Koreyên Bakur-Başûr bi hev re rûniştin

Koreyên Bakur-Başûr bi hev re rûniştin

Li nîvgirava Koreyê, Koreyên Bakur û Başûr ên ji hev dûr in, piştî 2 salan yekem car hevdîtineke fermî pêk anîn. Di hevdîtinê de piştî 6 salan biryar hat dayîn ku di asta wezîran de civîn bê lidarxistin. 

Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Çînê, li ser bernameya nukleerî ya Koreya Bakur li hev kirin, ji Koreyên Bakur û Başûr 2 şande li bajarê sînor Panmunjom hatin cem hev.

Di civînê de herdu şandeyan biryar dan ku hefteya were roja Çarşemê di asta wezîrên herdu dewletan de civîn were lidarxistin û naveroka civînê hat destnîşankirin. Tê payîn di civînê de li ser mijara vekirina qada pişeyî ya Kaesong û rewşa malbatên ji ber şer perçebûne, biryarên hevpar werin dayîn.