Komploya navnetewî li Dragûîgnan û Toûlouseyê hat protesto kirin
Komploya navnetewî li Dragûîgnan û Toûlouseyê hat protesto kirin
Komploya navnetewî li Dragûîgnan û Toûlouseyê hat protesto kirin
15. salvegera komploya navnetewî li bajarên Fransaê Dragûîgnan û Toulouseyê bi awayekî girseyî hat protesto kirin.
Di derbarê pêşketinên Rojavayê kurdistanê û komploya navnetewî de Dragûîgnanê meşek hat lidarxistin. Jin û zarok bi awayekî girseyî beşdarî meşê bûn. Di dema meşê de sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî YPG”, “Bijî berxwedana YPG”, “Rojava” avêtin.
Piştî meşê mitîngê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Siyasetmedarê Kurd Sebrî Botkî axivtinek kir û da diyar kirin ku, şoraşa li Rojava komplo vale derxistiye.
Botkî bal kişand li ser yeketiya gelê kurd û hemû kurd vexwedin bi gelê Rojavayê kurdistanê re bibe yek û komployê vale derbixin.
MITÎNGA TOULOUSEYê
Meclisa Gel a Demokaratîk ya Toulouseyê û komeleya Çanda Kurd a Toulouseyê mitîngek lidarxistin û komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Îro seat 15:00 li qada Capitolê mitîng pêk hat. Mitîngê bi deqeyekê rêzgitin ji bo kesên di têkoşîna azadiya Gelê Kurdisatanê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
Li vêderê serokê Melisa Gela Demokatîk a Toulouseyê axivtinek kir û da diyar kirin ku komploya 9’ê Cotmehê di dîrokê de rojek reşe. Serokê Melisa Gel da diyar kirin ku gelê kurd komplo ji bîr nekiriye û got: “ Em vê Komlpoyê bi tundî şermezar dikîn. Ev komplo bi rojekî reş ket nav rupelên dîrokê. Rêber Apo bi pêvajoya siyasî ev komplo vale derxist. Rêber Apo komploya van dewletên ku pêkanîn berevajî kir û di nava şertên giran de derfet afirand.”
Serokê Meclisa Gel balkişand li ser pakêta hikûmeta AKP’ê jî û da diyar kirin ku pakêt ji bo daxwazên gelê Kurd zêde wateyê nade û ji bo nabe bersiv.