Komîteya Tev-Çandê ya KCK'ê bi wesîleya "11'ê Gulanê roja Şehîdên Tev-Çandê", di kesayetiya Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) de cangoriyên meha Gulanê bibîr anî. KCK'ê got, "Hozan Mizgîn ne tenê bi deng û awazên xwe yên resen û şoreşger, bi tekoşîn û berxwedana xwe jî bûye pêşeng."
Komîteya Tev-Çandê ya KCK'ê bi daxuyaniyekê Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) a beriya 23 salan di 11'ê Gulana 1992'an de li nava refên têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest da bibîr anî.
Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Tev-Çandê ya KCK'ê de hat gotin, "Di salvegera şehadeta Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) de em hemû şehîdên meha Gulanê bibîr tînin û bejna xwe li ber têkoşîn û berxwedana şehîdan ditewînin."
Komîteya Tev-Çandê bal kişand ser bedewî û taybetmendiya meha Gulanê di nava demsala biharê de û diyar kir ku Gulan di nava dîroka têkoşîna azadiyê de jî weke meha lehengî, berxwedaniya bê hempa û meha 'şehîdan' tê bîranîn.
MEHA GULANÊ HEMBÊZA XWE JI LEHENG Û PÊŞENGAN RE VEKIRIYE
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di nava 12 mehên salê û çar demsalan de meha Gulanê weke navê xwe meha nûbûyîn, vekirina hembêza xwe ji xwezayê re ye. Bi vê boneyê meha Gulanê hembêza xwe ji pêşeng û lehengên têkoşîna me ya bê hempa re vekiriye. Çawa ku hemû gul û kulîlkên biharê bi pepoleyan şa dibin, hemû pelên daran jî bi rengê xwe xwazayê dixemilînin. Ji bo şoreşa PKK'ê, şehîdên şoreşa me yên meha Gulanê û hemu şehîdên têkoşînê weke meha Gulanê hembêza xwe ji azadiyê re vekirine û bûn parçek ji vê hebûn û heqîqeta bê pênase."
'DAGIRKERÎ Û NOKERIYA BI HEZARAN SALAN DI RUH Û HIŞMENDIYA GEL DE HATIYE RÛXANDIN'
Komîteya Tev-Çandê ya KCK'ê da zanîn ku ev meh bi ruhê xwe yê berxwedaniyê meheke nimûne ye û got, "Hem şehadeta heval Heqî Karer, çalakiya Ferhat Kûrtayan, darvekirina Şirîn Elemhûlî û çar havalên xwe, qatlîama Hewlêrê ya li hember Hêlîn û Rozayan, dîsa di îşkenceyê de qetilkirina jina Kurt Leyla Qasim, di 11 Gulanê de di kesayetê heval Mizgîn de ev ruhê berxwedaniyê, hemû dagirkerî û nokeriya bi hezaran salan di ruh û hişmendiya gelekî de de rûxandin. Meha Gulanê bi vê bonêye meha nûjenkirina ruhê azad û ruhê berxwedaniyê ye.
11'Ê GULANÊ ROJA ŞEHÎDÊN TEV-ÇANDÊ
Di kesayetiya heval Mizgîn de 11'ê Gulanê weke roja şehîdên Tev-Çandê weke çandekê hersal di kesayatê van hevalan de girêdan û soza xwe nû dikin. Hem weke hunermendek, weke fermandarek di heman demê de weke rêxistinvanek, hevala Mizgîn di nava şoreşa me de xwedî cihekî pîroz e. Tenê ne bi deng û awazên xwe yên resen û şoreşger, bi tekoşîn û berxwedana xwe jî bûye pêşeng. Heval Mizgîn, heval Sefqan heval Alî Temel ji bo çand û hunera gelan û çand û hunera Kurd şehîd ketin. Bi dehan hunermend û bi hezaran ciwan, zar, jin û pîr bi tekoşîn û hunera van hevalan di xeta azadiya gelan de têdikoşin. Ji bo vê di salvegera şahadeta heval Mizgîn de em hemû şehîdên şoreşê û berxwedanê bibîr tînin. Bang li hemû hunermend, rewşenbîr û kesên demokrat dikin; ev ruh wê bi înşaya demokratîk bi ser bikeve. Li hember hemû cureyên kapîtalîst û popîler em bi hev re tekoşîna xwe em bilind bikin."