Komîteya Kevana Zêrîn Hozan Mizgîn bi bîr anî

Komîteya Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn di şexsê Hozan Mizgîn de şehîdên Gulanê bi bîr anî.

Komîteya Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn bi wesîleya salvegera şehadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydîn) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em di şexsê hunermenda şoreşger û milîtana mezin Hozan Mizgîn (Gurbet Aydîn) de ku di 11'ê Gulana 1992'an de şehîd bû, hemû şehîdên Gulanê bi bîr tînin. Jinên ku bingeha dînamîka şoreşa sedsalê avêtin, bi kelecanek mezin şoreşa duyemîn wê pêk bînin.”

‘HERÎKÎNA DÎROKÊ GUHERTIN’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Şehîdên me yên hêja ku bi xwîna xwe pêşeroja me av didin û ber bi biharê ve diherikin, îro û di siberoja me de jiyana xwe dê bidomînin. Dema hewce bike çek hildigire û şer dike, bi êşa civaka xwe hîs dike, di giyanê xwe de vediguhere hunereke xweş, ku ne tenê diaxive, bi qasî hunermendiyê bi ruhekî şoreşgerî mudaxele dike, herikîna dinyayê guherand û di şexsê hunermendên xwe yên şoreşger ên hêja yên milîtan de şehîdên Gulanê yên hemû cîhanê em bi bîr tînin.

Milîtanên me yên hunermend ku bingeha şoreşa me ya çanda jinê ava kirin, ne tenê bi şehadeta xwe ji civakan re hevîrtirşkê şoreşgerî afirandin, di heman demê de hunera ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye kelepçekirin, anîne cewherê wê yê rast û ji têgihîştina hunerê li her derê û ji bo her kesî bi avêtina bingehê huner azad kirin. Bi jiyana xwe ya mînak û şehadeta xwe yên leheng îspat kirin ku di bin her şert û mercî de li çiya, zîndan, gund û feqîriyê, huner dikare were çêkirin û tu astengî nikare pêşiya afirîneriya mirovan bigire. Bi heman awayî em Tevgera Çanda Jinê ya Kevana Zêrîn, şopînera rêxistinbûyî ya kevneşopiya Rêber Apo ya bênavber a ku di şoreşê de israr dike, di sosyalîzm û hunera wê de israr dike, em di şexsê şehîd Ozan Mizgîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo wan dubare dikin. "