Komeke ser bi El Qaîde, fermandarê AAS kuşt

Komeke ser bi El Qaîde, fermandarê AAS kuşt

Yek ji fermandarên Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) Kemal Hamamî, dema diçû hevdîtinê ji aliyê komeke ser bi El Qaîdeyê ve hat kuştin.

Berdevkekî AAS da xuyakirin ku rêxistina bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Rojhilat a ser bi El Qaîdeyê, endamê Meclîsa Leşkerî ya Bilind a AAS Kemal Hamamî yê bi navê kod Ebû Basil El Ladkanî kuştiye. Berdevk got, "Endamên Dewleta Îslamî li min geriyan û gotin; Wan Ebû Basil kuştine û ewê hemû endamên Meclîsa Leşkerî ya Bilind bikujin." Berdevkê AAS diyar kir ku Ebû Basil ji bo li ser planên şer pê re nîqaş bike, bi wan re hevdîtin dikir.

Hêjayî gotinê ye rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraqê, ev bi mehan e li qadên komên mûxalîf, otorîteya xwe ferz dike. Koma ku dest danî ser Eniya El Nûsra, li herêmên "hatiye rizgarkirin" qanûnên Şerîatê pêk tînin. Şervanên bi karê ne li rê re tên sûcdarkirin tên kuştin û alîgirên rejîma Esad jî parçe parçe tên kirin. Dîmenên van cezakirinên hovane, di demên dawî de li ser înternetê belav dibin.

Yek ji fermandarên van komên ku di nav de Dewleta Îslamî jî hebû û 25'ê Gulanê dest bi êrîşa li dijî Kurdên li Efrînê kiribûn, bi awayekî gumanbar hatibû kuştin. Komên ku kuştina fermandarê koma Lîva El Tevhîd Şamîl ji xwe re kiribû sedem, êrîşî Kurdan kiribûn. YPG'ê jî xwestibû ev bûyer bê lêkolînkirin û bal kişandibû ser têkiliyên baş ên Şamîl bi Kurdan re. Fermandarê YPG'ê Sîpan Hamo kuştina Şamîl weke "komployekê" bi nav kiribû.

TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE EL QAÎDE

Desteka Tirkiyê ya ji bo komên oldar ên radîkal, ne veşartî ye. Rêxistina El Nûsra gelek caran ji sînorê Tirkiyê derbas dibû û êrîşî Kurdan kiribû. Herî dawî 3 endamên El Qaîdeyê yên Tûnisî ku li Efrînê ji aliyê Asayîşê ve hatin girtin, têkiliya Tirkiyê bi El Qaîdeyê re raxistin ber çavan. Li gorî vê yekê, milîtanên El Qaîdeyê ji ser Balafirgeha Ataturk a Stenbolê û deriyê Sînor ê Cîlvegozu derbasî Sûriyê dibûn û ji komeke ji sûbayên Tirk piştgirî distendin.