Komek çekdar avahiya Serokwezaretiya Lîbyayê dorpêç kirin
Komek çekdar avahiya Serokwezaretiya Lîbyayê dorpêç kirin
Komek çekdar avahiya Serokwezaretiya Lîbyayê dorpêç kirin
Hate diyarkirin ku komeke çekdar avahiya serokwezaretiyê ya Lîbyayê dorpêç kiriye û daxwaza îstîfakirina hikûmetê dike.
Li gorî nûçeya ku di hin malperên înternetê yên saziyên çapemeniya Libyayê de hate weşandin, îro di saetên sibê de komeke çekdar derdora avahiya Serokwezaretiya Lîbyayê, postexaneya navendî ya paytext Terablusê dorpêç kirin. Hate gotin ku koma behsa mijarê daxwaz kiriye ku hikûmeta Lîbyayê ku Elî Zêdan serokatiya wê dike îstîfa bike.