KNK’ê salnameya Kurmancî ya 2013-2014 amade kir

KNK’ê salnameya Kurmancî ya 2013-2014 amade kir

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê salnameya sala 2013-2014’an amade kir. Di salnameyê de cih dane rojên civakî, olî, netewî û girîng yên civaka Kurdistanê û neteweyên din.

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê ragihand ku, wana li gel Şêwira Zimanê Kurdî xebatek li ser mehên mîladî yên Kurmancî dabûn destpê kirin. Komîsyonê destnîşan kir ku, di salnameyê de di bin navê mehên Kurmancî de, yên Soranî,

Zazakî û Îngilîzî jî hatine bicih kirin. Her wiha Komîsyonê aşkera kir ku, salnameyê dikarin ji navenda KNK’ê bigirin.

Komîsyonê di daxuyaniya dayî de wiha got:

“Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê li gel Platforma Şêwira Zimanê Kurdî li ser mehên mîladî yên Kurmancî xebatek dabûn destpêkirin, lê belê li ser yek kirina mehan li hevkirinek çênebû. Piştî demek dirêj Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê li gel Şêwira Zimanê Kurdî bi dem û dezgehên ziman û zimanzanan gihiştin wê encamê ku heta li ser mehên mîladî yên Kurmancî li hevhatine çêbibe, dê mehên kevin ku gel bikartîne û berê di kovara Hawar de hatibûn weşandin dê bên bikaranîn. Her wiha di nav xelk û sîstemê perwerdeya navçeya kurmanciya Kurdistana Federal (Behîdnan) jî navên mehên mîladî yên zaravayê Kurmancî bi vî rengî bi kar tên. (Tinê ji bo meha 10’ê Çiriya yêkê, bo meha 11’ê Çiriya duyê û bo meha 12’ê Kanûna yêkê / Kanûna biçûk, bo meha 1’ê jî Kanûna duyê / Kanûna mezin tê gotin). Tê hêvî kirin ku, dem û dezgehên Kurd û Kurdistanî navên mehên mîladî yên Kurmancî bi rengê vê salnameyê bi kar bînin.”

Rojên nû û yên girîng ku di salnameyê de hatine bicih kirin wiha ne:

2013:

01. kanûna paşîn: Serê salê

22. kanûna paşîn: Damezrîna Komara Mahabadê, 1946

21. sibat: Roja makzimanan ya cîhanê

08. adar: Roja jinan ya cîhanê

12. adar: Komkujiya Qamişlo, 2004

14. adar: Purim, cejna Cihûyan

16-17. adar: Jenosîd, Helepçe 1988

21. adar: Newroz, Cejna neteweyî ya Kurdistanê

26. adar: Roja bûyîna Zerdeştî

31. adar: Paskalya: cejna olî ya Xiristiyan

14. nîsan: Enfal, 1988

17. nîsan: Çarşema sor, sersala Êzidiyan

01. gulan: Cejna karkerên cîhanê

14-15-16. gulan: Cejna Zimanê Kurdî

19. gulan: Hilbijartinên parlementê yên destpêkê li başûra Kurdistanê, 1992

24. gulan: Damezirandina KNKê, 1999

11. tîrmeh: Peymana yêkitiya Kurdên Rojavayê-Hewlêr, 2012

08. tebax: Cejna Remezanê ya Misilmanan

15. tebax: Şerê çekdarî yê PKK’ê, 1984

01. îlon: Roja Aştiya Cîhanê

11. îlon: Destpêkirina şerê çekdarî yê PDK’ê, 1961

15. çiriya pêşîn: Cejna Goriyê ya Misilmanan

16. çiriya paşîn: Roja Aşûreyê ya Elewiyan

25. kanûna pêşîn: Noel [Christmas]

2014

01. kanûna paşîn: Serê salê

22. kanûna paşîn: Damezirandina Komara Mahabadê, 1946

21. sibat: Roja makzimanan ya cîhanê

08. adar: Roja jinan ya cîhanê

12. adar: komkujiya Qamişlo, 2004

14. adar: Purim, cejna Cihûyan

16-17. adar: Jenosîd, Helepçe 1988

21. adar: Newroz, Cejna neteweyî ya Kurdistanê

26. adar: roja bûyîna Zerdeştî

14. nîsan: Enfal, 1988

16. nîsan: Çarşemba sor, sersala Êzidiyan

20. april: Paskalya: cejna dînî ya Fileyan

01. gulan: cejna karkerên cîhanê

14-15-16. gulan: Cejna Zimanê Kurdî

19. gulan: Hilbijartinên parlementê yên ewil li başûra Kurdistanê, 1992

24. gulan: Damezirandina KNKê, 1999

11. tîrmeh: Peymana yêkitiya Kurdên Rojavayê-Hewlêr, 2012

28. tîrmeh: Cejna Remezanê ya musulmanan

15. tebax: Destpêka şoreşa çekdarî ya bi pêşengiya PKKê li bakûra Kurdistanê, 1984

01. îlon: Roja Aştiya Cîhanê

11. îlon: Destpêka şoreşa çekdarî ya bi pêşengiya PDKê li başûra Kurdistanê, 1961

04. çiriya pêşîn: Cejna Goriyê ya musulmanan

03. çiriya paşîn: Roja Aşûreyê ya Elewiyan

25. kanûna pêşîn: Noel [Christmas]