KJA Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
KJA'yê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê li hemû Kurdan pîroz kir û bang kir ku li dijî asîmîlasyon û tinekirinê xwedî li çand û zimanê xwe were derketin."
KJA'yê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê li hemû Kurdan pîroz kir û bang kir ku li dijî asîmîlasyon û tinekirinê xwedî li çand û zimanê xwe were derketin."
Kongreya Jinên Azad (KJA) di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de destnîşan kir ku ziman hebûna çandî û dîrokî ya civakê îfade dike û got, "Tinebûna ziman tê wateya tinebûna civakê. Kurdan bi hezar salan hewl dane ku hebûna xwe ya civakî û çandî biparêzin."
KJA'yê diyar kir ku hînê jî Kurdî weke ziman nayê qebûl kirin û got, "A rastî ev yek jî tê wateya neqebûlkirina hebûna Kurdan. Bersiva herî mezin Tevgera Azadiya Kurd daye kesên ku digotin 'Kurd tine ye û navê kurdan ji dengê kart û kurt peyda bûye'. Têkoşîna azadiyê gelek û civakeke ku hebûna wê jî nedihat qebûlkirin, afirandiye û daye pejirandin."
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di pêşvekirina zimanê kurdî de xebatên girîng di sala 1932'an de ji aliyê Celadet Alî Bedîrxan ve bi weşandina kovara Hawar destpê kirin û hat ragihandin ku piştî wê 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
KJA'yê da zanîn ku Komara Tirk ji destpêka avakirina xwe heta niha li hemberî gelên cuda polîtîkayên asîmilasyon û tinekirinê roj bi roj zêdekirine û got, "Gelê kurd li hemberî înkar û polîtîkayên tepeserkirinê yên dewletê bi têkoşîna xwe ya 40 salan li ber xwe da û xwedî li zimanê xwe yê dayikê derket. Bi vekirina dibistanê xwe bi awayekî zelal bertek nîşanî vê qirkirinê daye.
Li Amed, Gever û Cizirê gel bi îmkanên xwe dibistanên Ferzad Kemanger, Dayika Uweyş û Bêrîvanê vekirin. Dewleta ku tahamûlî dibistanên me nekirin û mohra girtinê lêxistin. Gelê me bi nerazîbûnên xwe yên hêja xwedî li dibistanan derket.
Hîn jî ji bo ku girtiyên siyasî bi kurdî parastina xwe bikin, derfet nehatine afirandin û di vê mijarê gelek dadgeh kurdî nas nakin. Lê bi xwedîderketina zimanê dayikê dîlên azadiyê ev asteng heta dereceyekê şikandiye.
Em jî wekî KJA'yê cejna zimanê dayikê li hemû gelê kurd pîroz dikin û bang dikin ku li dijî asîmilasyon û tinekirinê li çand û zimanê xwe xwedî derkevin."