Kievê ji otonomiyê re got 'erê' ji federalîzmê re got 'na'

Kievê ji otonomiyê re got 'erê' ji federalîzmê re got 'na'

Serokkomarê Ukraynayê Petro Poroşenko da xuyakirin ku ew ê pêşnûme qanûneke ku otonomeyeke berfirehtir dide herêmên rojhilatê welêt ên alîgirên Rûs lê ne, pêşkêşî parlamentê bike. Poroşenko federalîzm û cihêbûn red kir û diyar kir ku Donetsk û Lugansk wê di nava Ukraynayê de bimînin.

Serokkomarê Ukraynayê Petro Poroşenko got, "Rewşa li rojhilatê Ukraynayê, piştî ku roja Înê agirbest ket meriyetê bi awayekî radîkal guherî."

Poroşenko yê li Konseya Wezîran axivî anî ziman ku beriya agirbestê li Ukraynayê her roj bi dehan windahî dihat dayîn.

Poroşenko anî ziman ku ji bo otonomiyeke berfirehtir ew ê pêşnûme qanûnekê pêşkêşî parlamentê bike û got, "Lê belê di warê yekparebûna xaka Ukraynayê de wê ti tawîz neyê dayîn."

Bi armanca bidawîanîna li pevçûnên pênc meh in dewam dikin, bi raperînerên alîgirên Rûs re li bajarê Minskê di 5'ê Îlonê de protokola agirbestê hat îmzekirin.

Poroşenko got, "Li ser federalbûyîn yan jî cihêbûnê nabe nîqaş bê meşandin. Qanûna demî ya rêveberiya xweser a navçeyên Donetsk û Lugansk, statuyeke ku van herêman di nava Ukraynayê de radigire, destnîşan dike."

Lê belê serhildêr li ser xaka xwe serxwebûnê dixwazin.

Alîkarê Serokwezîrê Komara Gel a Donetskê Andrey Purgin ji AFP'ê re axivî û got, "Plana me nîne weke parçeyekî Ukraynayê bimînin."