Kevana Zêrîn a Efrînê kuştina Bariş Çakan şermezar kir

Kevana Zêrîn a herêma Efrînê kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan a ji ber guhdarîkirina li muzîka Kurdî, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Kevana Zêrîn a Efrînê, têkildarî kuştina ciwanê Kurd Bariş Çakan daxuyaniyek da, ku Çakar li paytexta Tirkiye Enqereyê ji ber guhdarîkirina li muzîka Kurdî hate kuştin.

Daxuyanî ji aliyê endama Kevana Zêrîn Ronahî Şêxo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Bariş Çakan ji aliyê çeteyên faşîst ên desthilatdariya AKP'ê bi kêrê bi rengekî hovane hate qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bêguman ev ne yek, ne du, ne jî siyemîn car e ku ciwanên Kurd bi mabesta Kurdbûn, ziman, çand û hebûna wan tê kirin. Ya balkêş jî ew e ku di van rojan de li DYE'yê bi hinceta ku mirovekî reş ji aliyê polîsên Emêrîka ve hat kuştin ji ber rengê wî, bi vê mabestê û ji bo bertek nîşandanê ev çend roje gelê humanîst ên Emêrîka û dinyayê li ser piyane û vê şermezar dikin.

Di vir de bi qasî em ji tora civakî û ragihandinê temaşe dikin, faşîstên Tirk jî xwe kirine mirovhez li hemberî vê qetla li Emerîkayê û nerazîbûnê nîşan didin. Li aliyê din tevî nxweşiya koronayê û hwd, girtin, kuştin, û qetilkirina li ser Kurdan nedane rawestandin. Her roj bi dehan jin, ciwan, zarok û kalê Kurdan digirin, qetil dikin, êşkenceyê li wan dikin, bi vê jî serbilindiya xwe didin nîşandan. Sosreteke mezine ku faşîstên mîna koleyan nêzî gelekî ji milyonan mirovî dibin, xaka wan dagir dike, çand û zimanê wan qedexe dike, diçe bertekan li hember netewperestiya derve nîşan didin, xwe li hember Emerîka, Îsraîl û hwd. aciz dike, wan bi faşîzm û neteweperestiyê sûcdar dike. Li gel ê yekê li herêmên rojava yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarên ku dagirkirine, çi pêkanînên li dervayî mirovahî hene li ser Kurdan ji Efrînê heya Serêkaniyê, Girê Spî pêk tîne, ji vê jî têr nabe, nan û genimê xelkê bindest, penaber û feqîr dişewtîne.

Bûyera ku li peytaxta faşîzmê li Enqereyê li ser ciwanek Kurd hatî pêkanîn, ne bûyereke ji xwebere û ne jî ji rêzê ye. Di sedsala 21'ê de ku êdî mirovahî û gerdûn gihiştine hev, tu zindî nemane bêmaf di cîhanê de, hîn jî gelê Kurd ji bo kilamekê yan jî axaftinekê bi zimanê xwe tê qetilkirin. Dijminê gelê Kurd yê qirker û dîroka dewleta Tirk a faşîst û dagirker naxwaze çûkek jî bi kurdî qeb qebê bike. Hebûna Kurdan di tinebûna xwe dibîne. Ji ber wê di van demên dawî de qebrê zarokên Kurdan xira dike, li Efrînê zarok û jinên Kurd direvîne, destdirêjiyê li wan dike."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê gelê Efrînê ku axa me ji aliyê vê faşîzma hov ve hatiye dagirkirinn, her wiha wek hunermendên jin ên Kevana Zêrîn em bang li hemû hêzên mafên mirovan û cîhanî dikin ku ji vê zilma dewleta Tirk a li ser ax, zarok, jinan re bêjin 'êdî bes e'. Her wiha em dixwazin ji hemû faşîstan re bêjin, bila tu kes xwe li ser me necerbîne ku bêje dev ji ziman, çand, û kilamên xwe berdin. Ya ku me dide jiyîn, çanda me, axa me stran û awaze me ye. Em ê jî vê têkoşînê û awaza xwe hindî bijîn û bi pêş bixin.

Bi vê mabestê em vê bûyerê şermezar dikin û rûreş dikin, ji malbata ciwanê Kurd û hemû gelê Kurdperwer re sersaxiyê dixwazin."