Kargehên mezin gefa serxwebûnê li Skoçyayê xwarin
Kargehên mezin gefa serxwebûnê li Skoçyayê xwarin
Kargehên mezin gefa serxwebûnê li Skoçyayê xwarin
Beriya referandûma serxwebûnê ya li Skoçyayê, piştî ku lêpirsîna li nava gel serketina alîgirên serxwebûnê nîşan da, Îngilîstanê gelek aktor xist dewrê. Kargehên BP û Standart Life ên ji bo aboriya Skoçyayê xwedî girîngiyeke mezin in dan xuyakirin ku serxwebûna Skoçyayê wê zerarê bide aboriyê.
Patronê BP Bob Dudley bi daxuyaniyekê diyar kir ku razemeniyên dem dirêj ên kargehê yên Derya Bakur, hevgirtî û aramiya aboriya herêmê ferz dixwazin. Dudley anî ziman ku xebatên aboriyê yên BP ên li herêmê bi kapasîteya heyî, ancax Skoçya bi Brîtanya Mezin ve girêdayî be, wê karibe bidomin.
Kargeha sîgorta Standart Life ya li Skoçyayê xwedî bi deh hezaran muşteriyane, li dijî serxwebûnê helwest nîşan da. Pardarên kargehê piştî lêpirsînên li nava gel ji sedî 2.6'an di bazarê de nirxên xwe winda kiribûn.
Şefê Bank of England Mark Carney jî da xuyakirin ku serxwebûna Skoçyayê wê ji aliyê aboriyê ve bar zêde bike û anî ziman ku destpêkê ji bo aramiya aboriya Skoçyayê pêwîstî bi deynekî derve yê ji 165 mîlyar Sterlînî heye.
Li dijî serxwebûna Skoçyayê di çapemeniyê de kampanyayê destpê kir. Ekonomîst timî îdîa dikin ku serxwebûna Skoçyayê wê bibe sedem ku gelek kes bêkar bimîne û karsazên xwedî razemeniyan jî ji welêt biçin.