Jûncker, Tûsk û Erdogan wê li hev rûnên

Rêveberên Ewropî Jean-Claûde Jûncker û Donald Trûsk, wê roja Pêncşemê di dema civîna bilind a NATO'yê de bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re rûnên.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve hate kirin, Serokê Komîsyona Ewropayê Jûncker û Serokê Konseya Ewropayê Tûsk wê bi Erdogan re rûnên.

Berdevkê komîsyonê Margarîtîs Schînas got, her du rêveberên Ewropayî wê bi rengekî ji hev cuda bi Serokê DYA Donald Trûmp û Serokkomarê Fransayê Ammanûel Macron re jî rûnên.

Têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê, bi taybetî ji hewldana darbeyê ya Tîrmeha 2016'an û vir ve nebaş bûne. Têkiliyên ku piştî referandûma 16'ê Nîsanê aloz bûn, hê jî bi vî rengî dewam dikin.

Parlamenta Ewropayê, di Mijdara 2016'an de biryar da, ku danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re tên meşandin, bên sekinandin. Pêvajoya danûstandinan di pratîkê de sekinî ye. Nayê texmînkirin ku di demeke kurt de sererast bike.