Konfederasyon Xwendekarên Welatparêz a Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya xebatên zimanê dayikê de, ji bo kesên ku nû hînî kurdî dibin, pirtûkek kurdî-erebî amade kir.
Konfederasyon Xwendekarên Kurd, xebatên xwe yên ji bo zimanê kurdî zêde dike. Xwendekaran di çarçoveya van xebatên xwe de bi navê “Zimanê Ferîşteyan” pirtûkek amade kir.
Pirtûka ku ji bo kesên nû hînî ziman dibin bi kurdî û erebî hatiye amadekirin, ji 100 rûpelan pêk tê. Di pirtûka ku kurtedîroka zimanê kurdî jî hatiye vegotin de, axaftinên rojane bi kurdî û erebî hatine nivîsandin, her wiha gramer jî cîh digire.
Pirtûka ji aliyê xwendekran ve tê belavkirin, ji bo kesên nû dest bi xwendin û nivîsandina bi kurdî dibin, wekî çavkaniyek baş e.