Ji Ukrayna ji bo herêmên Donetsk û Luhansk ‘statuya xweser’

Ji Ukrayna ji bo herêmên Donetsk û Luhansk ‘statuya xweser’

Parlamentoya Ukrayna herêmên Donetsk û Luhansk ên di bin kontrola alîgirên Rûsyayê de ‘statuya xweser’ erê kir.

Li gorî zagona ku Serokkomar Petro Prosjenko ya ku di çarçoveya ‘Plana aştiyê’ de qebûl kiriye, wê herêmên Donetsk û Luhansk di 3 salên pêşiya me de di çarçoveya ‘statuya xweser’ de xwe birêve bibin.

Li gorî zagona ku tê wateya qebûlkirina xweseriyê  wê her du herêm bibin xwedî hêza xwe ya polîs, sîstema dadgehê û wê bikare têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re pêş bixin, lê bi şertê ku ji Ukrayna veneqetin

Kesên li dijî rêveberiya navendî têkoşîn kirine jî wê efûya giştî sûd bigirin. Efûya mijara gotinê ji bo kesên di dema şer de sûcên giran kirine wê derbas nebe.

HEVPEYMANA HEVBEŞ A BI YE RE JÎ HAT ERÊKIRIN

Li gor vê Parlamentoya Ukrayna bi YE ya ku welat xist asteke ber bi şerê navxweyî hevpeymana hevbeş erê kir. Serokkomar Poroşenko ji bo hevpeymana hevbeş a rûniştina hevwext de hat erêkirin weke ‘gava dîrokî’ nirxand.

Lê madeya bazirganiya serbest li gor hevpeymanê wê heya 2016’an  nekeve meriyetê.