Ji partiya hikûmeta Elman rexneya Kobanê ji bo Tirkiyeyê

Ji partiya hikûmeta Elman rexneya Kobanê ji bo Tirkiyeyê

Li Elmanyayê tê diyarkirin ku DAIŞ sînorên herêmî yê Tirkiyeyê wek qada manevrayê bi kar tîne. Wekîlê Serokê Koma CSU\CDU Andreas Schockenhoff bang li Enqereyê kir ku li dijî DAIŞ’ê helwesta xwe zelal bike. Partiya Keskan pêşniyar kir ku bila hêzeke NY ya ku Elmanyayê jî digire nava xwe bila bê avakirin.

Partiyên hikûmeta Elman CDU û CSU cara yeke di asta paye bilind de der barê êrîşên DAIŞ’ê de daxuyanî dan.  Wekîlê Serokê Koma partiyên Yekîtiya Xiristiyanan Andreas Schockenhoff duh li Berlînê daxuyaniyek da û bangên girîng li Tirkiyeyê kir.

Schockenhoff diyar kir ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê, hêzên Kurd têkoşînek bi heybet didin û tevlîbûna Tirkiyeyê ya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin gelek girîng e, lê di nava şaşiyan de cih digire.  

Schockenhoff di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê Tirkiye destûrê bide Kurdan ku parastina Kobanê û Sûriyê bikin. Lê wisa xuya ye ku Enqere li dijî mîlîsên terorê polîtîkayek bê biryar dimeşîne. Tirkiye destûrê dide ku DAIŞ li sînorê wan manevrayê bike û sînoran binpê bike. Ji bo ku DAIŞ derbas nebe divê Enqere sînorên xwe bike bin kontroleke baş.

CSU: HEWL DIDE PÊŞÎ LI TÊKOŞÎNA KURDAN BIGIRE

Ji parlamenterê CSU’yê Florîna Hahn jî bangek hat. Hahn diyar kir ku di demek ku hemû welatên NATO’yê tevlî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bûn, Tirkiyeya ku endamên NATO’yê ye hewl dide pêşî li têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ’ê bigire.

Hahn anî ziman ku divê Tirkiye tevlî her cureyê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bibe û bal kişand ser şerê di navbera Kurd û Tirkan de û got ku bila dijminahiya berê rê li ber komkujiyekê veneke.

KESKAN: BILA HÊZA NY BÊ AVAKIRIN

Serokê Koma Meclîsa Partiya Keskan, Katrîn Gorîng-Eckardt jî got ku divê hêza Neteweyên Yekbûyî ku Elmanya jî di nav de cih digire û li DAIŞ’ê têdikoşe bila bê avakirin. Hat gotin ku divê Elmanya ji bo peywireke wisa amade be.