Ji Nasrallah ji bo DAIŞ’ê peyama ‘yan vegerin an hûn ê bimirin’
Ji Nasrallah ji bo DAIŞ’ê peyama ‘yan vegerin an hûn ê bimirin’
Ji Nasrallah ji bo DAIŞ’ê peyama ‘yan vegerin an hûn ê bimirin’
Rêberê rêxistina Şiî ya Lubnanê Hizbullahê Hesen Nasrallah çû serdana çeperên Hizbullahê yên li Bekaayê û bi komek şervanên li dijî DAIŞ û El Nûrsa şer dikin re rûnişt. Nasrallah da zanîn ku çeteyên DAIŞ û El Nûrsa nikarin tu devereke Lubnanên dagir bikin û got ku dor li wan hatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan Ehlibeyt a ku nêzî Îranê ye, Rêberê Rêxistina Hizbullahê ya Lubnanê, Hesen Nasrallah, çû serdana çeperên şervanên Hizbullah ên li dijî DAIŞ û El Nursayê şer dikin.
Nasrallah da zanîn ku DAIŞ û El Nursa êdî nikarin tu deverekê dagir bikin û got ku derdora wan hatiye dorpêçkirin.
Nasrallah diyar kir ku tenê du rê li pêşiya çeteyan hene û got: “An hûn ê ji axa Lubnan û Sûriyeyê derkevin, an jî hûn ê ji serma bimirin.”
Li gorî daxuyaniya ku beşek jê di televîzyona Al Manarê de hate weşandin, Nasrallah got: “Em tu bihostek ji vê axê nadin tu kesî û em ê destûr nedin tu kesî ku me têk bibin.”
HEVKARIYA DAIŞ Û EL NÛRSA LI BEKAAYÊ BÊ ÇARE YE
Hesen Nasrallah diyar kir ku hêzên çeteyan ên li ser sînorê Sûriye-Lubnanê hatine belavkirin û nizanin ew ê çi bikin.
Nasrallah diyar kir ku sedema terora çeteyên DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn, polîtîkayên hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê ne û xwedî li rejîma Sûriyeyê derket.