Ji KURDÎ-DER’ê beriya dibistanê 10 pirtûk

Ji KURDÎ-DER’ê beriya dibistanê 10 pirtûk

KURDÎ-DER'ê têkildarî perwerdeya beriya dibistanê ku di perwerdeya zarokan de cihekî girîng digire, bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî yên Kurdî, pirtûk amade kirin.

Perwerdehiya beriya dibistanê ku wekî serdemeke gelek girîng ya ji bo pêşketina zarokan têdîtin, êdî wê bi zaravayên Kurdî jî bê dayîn. KURDÎ-DER'ê bi kesên di vê mijarê de pisporin re komîsyonek ava kir û bi zaravayên kurmancî û dimilkî yê Kurdî, 10 pirtûk amade kirin. Xebatkarê KURDÎ-DER'ê Ferîdun Bîrgul ku di heman demê de Beşa Mamostetiya Beriya Dibistanê qedandiye derbarê vê xebatê de agahî da. Bîrgul diyar kir ku, ev yekem xebata ji bo beriya dibistanê ye, dê ji bo kêmasiyeke mezin bibin bersiv û ev ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî gaveke girînge.

'10 PIRTÛK DI ASTA ÇAPKIRINÊ DE NE’

Bîrgul destnîşan kir ku, zarokên kurd divê perwerdehiya xwe ya beriya dibistanê jî bi zimanê xwe yê zikmakî bistînin, lê di vê mijarê de xebatên pêwîst nayên kirin. Bîrgul da zanîn ku, ji bo kevneşopiya Kurd di aliyê zanistî de ji nifşên nû re bê ragihandin, pêwîstî bi vê xebatê dîtine, di vê çarçoveyê de komîsyon ava kirine û dest bi xebatan kirine. Bîrgul diyar kir ku, ji bo perwerdehiya zarokên temenê wan ji 5 salî kêmtire xebatan dimeşînin û xebata wan li gorî çand, kevneşopî, dîrok û zimanê Kurdî ye. Bîrgul ragihand ku, 10 pirtûkên amade kirine niha di asta çapkirinê de ne, 8 ji wan li ser perwerdehiyê, yên din jî li ser hunerê û pirtûkên boyaxkirinê ne.

TEORIYA ‘PIRALÎ YA BI AQILBÛNÊ’ BINGEH HATE GIRTIN

Bîrgul diyar kir ku, di amadekirina pirtûkan de Teoriya Piralî ya Biaqilbûnê ya derûnasê navdar Howard Gardner esas girtine. Bîrgul ev teorî xîtabî hemû aliyên biaqilbûnê yên di pêşketina aqilê zarok de girîngin dike. Bîrgul da zanîn ku, di amadekirina pirtûkan de aqilbûnê ne tenê wekî qabîliyeteke tekane û serdest dîtine, bi awayekî xîtabî astên cur bi cur û taybet dike, teşe dane. Bîrgul anî ziman ku, di pirtûkan de li ser hêmanên wekî çand, huner û jiyana civakî ya kurd sekinîne. Bîrgul got ku bi vî awayî dê bikaribin bingeha perwerdehiya zarok bi awayekî wisa ava bikin ku zarok ji hebûna xwe û kevne?opiyên xwe qut nebe.

'ZAROKÊN KURD DI ŞOKA ZIMAN DE NE'

Bîrgul tespîta 'zarokên kurd ji ber ku li malê bi zimanek din, beriya dibistanê jî bi zimanek din perwerdehî dibînin, di nav şokek de ne' kir û wiha got: "Zarok ji ber vî zimanê biyanî yê rû bi rû dimîne, jiyanê wek xewnek fêm dike. Ev jî, bandoreke ne baş li zarokan dike. Eleqeya zarok a li hemberî perwerdehiyê qut dike û jiyana zarok a perwerdehiyê bêzar dike. Zarok bi zimanê xwe tişten hîn bike, dikare xwe hêsantir bîne ziman û wate bide tiştên li derdora xwe dibîne."

DESTPÊKÊ LI AMEDÊ TÊN PÊŞKÊŞKIRIN

Bîrgul anî ziman ku, bi vê xebatê re xeyalên ev bi salane dijîn pêk hatiye. Bîrgul bang li ciwanên Kurd yên mîna wî perwerdehiya beriya dibistanê girtine kir û wiha got: "Divê em lîstok û çîrokên xwe bikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî ji bo nifşên nû me pêşkêş bikin." Bîrgul bi bîr xist ku, şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê di 15'ê îlonê de kreşek ji bo perwerdehiya beriya dibistanê ya bi Kurdî vedike. Bîrgul da zanîn ku, dê van pirtûkan bidin vê kreşê û bi vî awayî wê pirtûk bi awayekî pratîk bên bikaranîn.