Ji Komîteya Ziman a KCK’ê li dijî parastina bi pere nerazîbûn

Ji Komîteya Ziman a KCK’ê li dijî parastina bi pere nerazîbûn

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê nerazîbûnek tund nîşanî pêşnûmeya di bin navê parastina bi zimanê zikmakî de da û diyar kir ku hukûmeta AKP’ê dibêje ku dibêje “ez ê bihêlim ku ew kesên ji doza KCK’girtî kesên nikarin xwe bi Tirkî îfade bikin, di daîreyên dewletê de kesên nikarin xwe bi Tirkî îfade bikin, eger maaşê tercuman bidin, xwe bi zimanê dayika xwe biparêzin an jî îfade bikin.” Hewl dide vê pêşniyazqanûna xwe bike qanûn” û bang li gelê Kurd kir ku helwestek tund nîşanî vê yekê bidin.

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê nerazîbûneke tund nîşanî pêşnûmeya di bin navê “parastian bi zimanê zikamkî” de ku ji aliyê hukûmeta AKP’ê ve hate amadekirin da û banga: “Bi dirûşma “em bi pera bi zimanê xwe naxivin em ê bi rêkoşîna xwe mafê axaftina bi zimanê xwe bi dest bixin” ji Erdoxan û aligêrên wî re bidin nîşandan ku qet û qet ji bo axaftina bi kurdî em dê pera nedin û pereyê kû em ji bo vê bidin nîne” li gelê Kurd kir.

Daxuyaniya Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê wiha berdewam dike:

“Em di serî de sebr û berxwedana Eyubî ya Rêber APO ku li dijî firewunên modern li Îmraliyê dimeşîne û berxwedanên ku ji aliyê şagirtên APOÎST ve bi armanca azadiya Rêbertiyê, bi destxistina heqê parastin û xwe îfadekirina bi zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê, serhildanên ku gelê me yê welatparêz bi taybet di vê pêvajoyê de ji bo piştgiriya van berxwedanên mezin li çar aliyên cîhanê bi taybet jî li Kurdistan û li Bakûr li dar xistiye, têkoşîna bi qehremanî û fedaîyane ji aliyê Şervanên Azadiyê ve hatiye meşandin û tê meşandin bi coş silav dikin. Bi saya van berxwedan û têkoşînên zarokên agir û Rojê, ronahiya tîrêjên Ahûra Mazda xwe gihand zinarên Îmraliyê; ji ber vê yekê bû ku Ehrîmenê tarîtiyê jî bilez û bez pirûpoşman xwe avêt ber bextê Rêber APO. Ji ber ku baş dizanî ku eger Rêber APO berê agirê zarokên agir û rojê hê jî bilindbûyî bide wî, wê bi vî agirî cehenemî bişewite û tine bibe.

Li gorî îdîayên AKP’ê ew partiyeke mihefezekâr û Îslamî ye. Lê di rastiyê de ti eleqeya wê bi dîna pîroz a Îslamê re nîne. Bêyî ku em mijarê dirêj bikin tenê em vê bêjin; her kesê/a ku xwe Misilman hîs dike, yan jî kêm zêde guhê xwe daye çanda Misilmantiyê û bi vê çandê dizane, dizane ku rêgezeke bingehîn ê vê çandê jî ev e: ti raseriya Ereban ji Tirkan, ti raseriya Tirkan ji Farsan û ti raseriya Farsan ji Kurdan ji bilî dînê wan, nîne. Her çendî em ne di wê astê de ne ku rêgezên Îslamê tefsîr bikin jî, ji ber ku pir aşkere ye tiştê qewmekî, neteweyekê dide naskirin ê herî girîng yek jî ziman û çanda wî ye. Yanî maneya vê rêgezê ya hê zelaltir ew e ku ti raseriya Tirkî ji Kurdî, Kurdî ji Farisî an jî Farisî ji Kurdî, Erebî ji Kurdî nîne û nabe jî. Lêbelê AKPê ya ku ji wê ye ku Misilmanê herî Mu’mîn ew e û destnimêja xwe bi heft avên zemzemê girtiye xwe dihesibîne, ya rast hewl dide ku bi vî şiklî gelê Misilman ê Rojhilata Navîn û gelê Kurd bixapîne, ji munafiqtî û taqiyeyegeriyê pêve tiştekî din nake.

Jixwe zêhniyeta mêtinger a dewleta Tirk piyon û munafiqekî wekî Fetullah Gülen û hizbeke munafiq û taqiyeger a wekî AKP’ê ji ber vê qebiliyetê wan, ew kirin desthilat. Ev qebiliyet û taybetmendiya AKP’ê ji bo toreya dewleta Tirk di eslê xwe de ne tiştekî nû ye. Ev, bingehê xwe ta ji Osmaniyên ku ji bo desthilatiyê di şevekê de 16 birayên xwe xaniqandine û ya hê jî girîngtir Îslamiyeta pîroz a ku çandeke gelên Rojhilata Navîn e ji bo talan û dagirkirina gelan bi kar aniye û xira kiriye digire. Ji bo vê çanda munafiqtî û taqiyegeriyê belkî jî mînakek herî baş jî çanda dewşîrmetiyê ye. Di dema Osmaniyan de welatên ku dihatin fetihkirin bi qirkirinê re rû bi rû diman. Kesên nedihatin kuştin jî bi navê, Misilmankirinê, bi taybet zarok, dianîn gel xwe li ser esasê ku bikin şervan perwerde dikirin, mezin dikirin û ji bo fethên nû wekî şervan-yenîçerî bi kar dianîn.

Dîsa, bi vê kevneşopiya xwe, di rojên dawî de AKP’ya ku ji ber berxwedana Prometeuswarî ya Rêber APO û berxwedanên bêhempa yên zindanan, serhildanên gel û têkoşîna gerîla tengav bûye serî li taqiye û munafiqtiyekî nû dide. Ji ber ku yek sedema berxwedana mezin a vê dawiyê jî, bi destxistina heqê bi zimanê dayikê, xwe parastinê bû; dibêje “ez ê bihêlim ku ew kesên ji doza KCK’girtî kesên nikarin xwe bi Tirkî îfade bikin, di daîreyên dewletê de kesên nikarin xwe bi Tirkî îfade bikin, eger maaşê tercuman bidin, xwe bi zimanê dayika xwe biparêzin an jî îfade bikin.” Hewl dide vê pêşniyazqanûna xwe bike qanûn.

Taqiye û munafiqtiyekî herî mezin!!! Ma na tu bûy, te digo “ez im ew Misilmanê(!) herî baş ê ku bi heft ava zemzemê destnimêj girtî û nimêj kiriye û bi çar lib zeytûn û xurmeyeke Mekkeyê rojiya xwe vekirî”. Lêbelê em jî zarokê wî gelî ne ku ne qasî te, lê ji te çêtir Misilmantiyê dizanîn. Ma ne ew Xwada ye ku hemû gerdûn, cîhan, nebat, heywan û mirov, qewm, Tirk, Kurd, Alman, Faris û hwd… afirandiye û zimanê her qawmî cuda cuda afirandiye, heta zimanê teyr û tûyan cuda afirandiye. Wê demê çawa tu bi xwe re dibînî û cesaret dikî ku ji hemû Rebê alemê re bibî şîrîk, zimanê mirovan bi pereyan bifiroşî wan. Ma fînansa Xoca ji Amerîka ulefe digire û ji te re dişîne têrê te nake? Ey Fetullah Xoca(!) ka te digot Amerîka gawur e, şeytanê mezin e. Ma dibe ku Amerîka di şevekê de bûyibe Misilman û melek, lê me nebihîstibe?

Belê, em van pirsan dikin lê ne ku em ji AKP’ê li benda bersîvê ne. Jixwe gelê me yê ku vê rewşa munafiqên Fetullahî baştir dizane jî ne di vê bendewariyê de ye. Tenê em dixwazin AKP’ê û Xoca Efendiyê wî tiştekî dîsa xetm bikin: nemrûtê ku bi quweta xwe pir bawer dikir û xwe xweda îlan kir, di encama têkoşîna Hz. Îbrahîm de serê xwe bi gurzê xwe teqand. Lê serê nemrûtên modern ê bi gurzê destê gelan were teqandin.

Di dawî de em bi awayekî eşkere dibêjin pêşnûmûneya ku li ser navê nasîna mafê ziman yên kurdan di dadgehan de û perê wegervan ji aliyê girtiyan ve pêşwazî kirin heqareta herî mezin li beramberî gelê kurd, ziman û çanda kurdan dihesibînin û bi awayekî tûnd vê nêzîkatiyê şermezar dikin. Di vê çarçoveyê de bang li tevahî gelê xwe dikin da kû li dijberî vê pêşnimûneyên helwest raber bikin û di tevahî qadên jiyanê de xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin. Bi dirûşma “em bi pera bi zimanê xwe naxivin em ê bi rêkoşîna xwe mafê axaftina bi zimanê xwe bi dest bixin” ji Erdoxan û aligêrên wî re bidin nîşandan ku qet û qet ji bo axaftina bi kurdî em dê pera nedin û pereyê kû em ji bo vê bidin nîne. “