Ji heyeta Norveçê çavdêriyên Amed û Rojava
Ji heyeta Norveçê çavdêriyên Amed û Rojava
Ji heyeta Norveçê çavdêriyên Amed û Rojava
Heyeta Norveşê ya ji bo geşedanên Rojava û Newrozê çûn Kurdistanê, çavdêriyên xwe bi Norveçiyan re parve kir. Heyeta ji siyasetmedar, akademîsyen û rojnamegeran pêk dihat, pîrozbahiyên Amed, Êlih û Qendîlê temaşe kirin.
Heyta kul i Amed, Êlih û Qendîlê lêkolîn kirin û şûnde li Qampa Şehîd Rustem Newroz pîroz kirin û piştre jî ji Çemê Dîcle derbasî Rojava bûn û gelek lêkolîn kirin.
Heyeta piştî ku vegeriya Norveçê, li Osloyê li Komeleya Çanda Kurd bi Kurdistaniyan re hatin cem hev û agahiyên berhevkiribûn parve kirin. Heta niha jî bi civînên taxan çavdêriyên xwe vedibêjin.
DEMA EM LI QENDÎLÊ BÛN BOMBERAN DIDOMIYA
Heyet tevli civîna li taxa Grorud a Osloyê ku ji aliyê Partiya Sor ve hat organîzekirin bû. Erlîng Fokvord wêneyên ku di gerê de kişandibû bi nîşandana dîa warê dîrokî yên Amedê, avahiya KCD’ê, hevdîtinên bi siyasetmedarên kurd re pêk anîbûn nîşandan. Folkvord balkişand ser jinên kurd, cihê wê yê di siyasta kurd de û diyar kir ku ew çûne Qadên Parastina Medya û got: “Em gerîlayan re hatin cem hev. Dema em li wir bûn Qendîl bombebaran dikirin. Piştî Newroza dîrokî me tu wate neda bombebaranê. Her wiha ez pêşniyar dikim ku her kes biçin Newroza Amedê.
Folkvord ku parlamenterêberê yê partiya Sor e gelek caran li ser Kurdistan û PKK’ê gotar nivîsîbûn. Her wiha Folkvord çavdêriyên xwe hemû di pirtûka bi navê ‘Kurdistan de’ berhev kir.