Ji doza sereke ya ‘KCK’a Stenbolê 3 kes hatin berdan

Ji doza sereke ya ‘KCK’a Stenbolê 3 kes hatin berdan

Ji doza sereke ya ‘KCK’a’ Stenbolê ku 97 kes jê girtî dihatin darezandin, tenê 3 kes serbest hatin berdan.

Îro 6’mîn rûniştina doza sereke ya ‘KCK’a’ Stenbolê ku 97 kes jê girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd û akîtîvîstên mafê mirovan têde dihatin darezandin bidawî bû.

Heyeta dadgehê piştî navberê, biryara xwe aşkera kir. Ji girtiyan Sureyya Aydin, Derya Goregen û Farûk Tûr serbest hatin berdan û rûniştin jî taloqî 1-10’ê Cotmaha 2013’an hate kirin.