Ji DOKH’ê banga tevlîbûna daxuyaniyê
Ji DOKH’ê banga tevlîbûna daxuyaniyê
Ji DOKH’ê banga tevlîbûna daxuyaniyê
Hevkarên DOKH'ê yên Çewlikê bang li hemû kesî kirin ku tevlî daxuyaniya wan ya roja yêkşemê ya bi slogana "Em avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk bikin" kirin.
Hevkarên Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) derbarê daxuyaniya ku 26'ê gulanê roja yekşemê ya bi slogana "Em înşaya jiyana azad û rizgariya demokratîk bikin" ku bi awayekî girseyî pêk bînin, li navenda BDP'a Çewlikê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de li ser navê Meclisa Jinên Bajêrê Çewlikê Mehtap Ergî axivî û da zanîn, piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Newroza 21'ê Adarê pêvajoyek nû da destpêkirin û wiha got: "Piştî ku ev pêvajo hat destpêkirin di 8'ê gulanê de meşa gerila ya azadiyê dest pê kir. Em wekî jinên Çewlikê meşa gerîlayan silav dikin. Di vê meşê de ji bo ku gerîla zirarê nebînin, em wekî jinên Çewlikê li gel gerîlayane û piştgiriyê didin wan.
Ergîn da zanîn ku, ji bo pêvajo baş bi rêve biçe dê roja yekşemê di seet 13.00'an de li ber baruya saetê dê bi girseyî daxuyaniyek bidin.