Ji Derbeya Hîtler ber bi 'Bîra Qederê' ve: Mîrekî Kurd

Ji Derbeya Hîtler ber bi 'Bîra Qederê' ve: Mîrekî Kurd

Dema ku sekreter peywendiya telefonê saz dikir çend deqe bihurîn nayê bîra min. Ez bi peroş bûm. Min nedizanî bê ez ê ji kû dest pê bikim. Loma çawa ku min jimare peyda kiribû hema min destê xwe avêtibû telefonê. Lêkolîna min a ku bi rojan dom kiribû, dawiya dawî bi kêrî tiştekî hatibû. Min xwe gihandibû mîrê kurdan ê navdar ê xembar ku çîroka wî ya Almanyayê beriya nêzîkî bi sedsalekê dest pê kiribû û şopên wî winda bûbin.

Bi kurdî dizanîbû? Ji xebatên kalikê xwe yê der barê wêjeya kurd de haydar e? Qet çûye Kurdistanê? Pirsên min bi vî awayî didane dû hev û dirêj dibûn…Li bendê me lê dem nabihure. Biqasî nêzîkî deqeyekê şûn de serkreter; ‘’Begê min, ji bo ku bijîşk beg di servîsa lezgîn de peywirdar e min bi derengî xwe gihandiyê, li min biborin, va niha peywendiyê saz dikim.’’

‘’Roja te bi xêr bijîşk beg. Ji bo ku te dema xwe da min spas dikim. Piştî lêkolînên ku min kirin ez gihiştim wê encamê ku tu yek ji neviyên malbata Bedirxaniyan î. Ji ber sedema ku paşnavê te cihê bû di destpêkê de ez dudil bûm. Beriya her tiştî ev agahî rast e yan na? Piştî ku min bersiva ‘’erê’ bihîst, bêhna min hate ber min û bi peroşiyekê min dest bi pirsên xwe yên din kirin.

Dengê ku min dibihîst têra xwe kubar bû, min nekarî xwe bigirim û di dilê xwe nebêjim; ‘’ez dibêjim qey mîrbûna kurdan tiştekî wiha ye.’’ Piştî ku min got ‘’gellekî spas dikim’’ û min telefon danî bi carekê re ez li edîtorê me Bariş geriyam: ‘’Min xwe gihand neviyê Bedirxaniyan yê li Almanyayê, di klînîkeke Duîsburrgê de bijîşk e.’’ Bariş bi carekê re ev henek kir: ‘’Heke em nexweşxaneya ku lê dixebite binivîsin, kurd her roj wê li deriyê wî bixin û bibêjin, mîrê min, nizam ev der û nizam ev dera min diêşe’’

Lê belê Dr. Curd Bedirxanê ku min xwe gihandibûyê gotibû jixwe ez alîkariyê bi nexweşên kurd re dikim. Tam wekî bavê wî yê ku di salên 60î, 70î ye alîkarî dida kurdên koçber ên ku li Almanyayê dijiyan. Dr. Curd digot heya ku zimamê wî digere ew bi nexweşên kurd re bi kurdî diaxive. Loma ji bilî axaftina bi zimanê rojane bi têra xwe bi kurdî nizane û der barê çîroka êşdar a malbata xwe de ku nêzî 150 salî dom kir pir hindik agahdar e.

Diya Dr. Curdê ku di 1976an de li Bochumê jidayîk bû almaneke bi navê Mîchtîeld e. Bavê wî jî Dr. Cemşîd Bedirxan e ku di 1939an de li Şamê ji dayik bûye, di 1999an de li Brezîlyayê çûye ser dilovaniya xwe û niha goristana wî li Koblenzê ye. Dr. Cemşîd, bi daxwaza bavê xwe Celadet 1958an de hatiye Almanyayê ku ev mijar bi serç xwe dikare bibe mijara lêkolîn û nîvîseke din. Lê beriya vê çîrokeke din a Bedirxaniyan bi Almanyayê re heye.

9Ê MIJDARÊ 1923, MUNÎH

Hîtlerê 34 salî û hevalên wî hemû amadekariyên xwe kiribûn. Alîgirên wî beriya wê bi şevekê di kaffe, lokal û bîraxaneyan de hişyariyên dawî didin, pankart, afîş têne çapkirin, çek têne paqijkirin. Ji bo Hîtlerê ku di şerê Cîhanê yê yekemîn de xazî bû, Muniha wê demê derfeteke nedîtibû. Birçîtî, enflasyonê bêserî zêde dibû, ji Berlînê jî nûçeyên qîr û qîyametê dihatin.

Hîtlerê ku derketibû ser kursiyên li bîraxaneyan, bi çirandina ‘’Peymana Versaîlles’’a ku Almanya di bin deynan de hiştî dest pê kiribû, ji qiraxê welêt dixwest bimeşe Berlînê û desthilatdariyê bi dest bixe. Dilê xwe bijandibû ‘’Meşa Romayê’’ ya Mussolînî ku beriya bi salekê temam kiribû. Hîtler, 9ê Mijdara 1923an, di saet 12:00ê de bi nêzîkî 400 zilamên xwe ber bi meydana Feldherrnhalleya navenda bajêr ve dest bi meşê kir.

Bi xwendina sirûda ‘’ODeutschland hoch în Eren’’( Almanyaya Xweyî Rûmeta Berz) ku di Şerê Cîhanê yê 1ê de leşkerên almanan digotin, bi pêş ve diçûn. Piştî bi nîv saetê, beriya ku ji meydanê re çend metro bimînin bi barîkata leşkeran re rû bi rû bûn. Lê dîsa jî ranediwestin. Çek hatin xebitandin. Derdor di nav xwînê de ma. Ji zilamên Hîtler 16 kes mirin.

Hîtlerê ku ji destê xwe birîndar bûbû û reviyabû, li nêzîkî Munîhê di wîllaya hevalekî xwe de wê bihate girtin û piştî darizandina ku bi çend mehan dom kir wê biketa girtîgeha ku wê tê de manîfestoya xwe; ‘’Şerê Min’’ binivîsaya. Meşa wî ya ku hê beriya dest pê bike qediyabû wê piştî bi 10 salan, di 1933an de dîsa dest pê bikira. Yek ji govanê derbeya 1923yan ku Hîtler cara pêşî pê derketibû ser dika dîrokê û piştre wê ne tenê Berlîn lê Ewropa dagir bikira, neviyê Mîr Bedirxan, Mîr Celadet Bedirxan bû.

Loma li gel birayên xwe yên din Kamûran , Tevfîk û Safter, Celadetê 30 salî ku wê demê li Munîhê dima, li Kolana Galerîa 37ê ku bi qasî 1 kîlometreyê dûrî meydana Feldherrnhalleyê ku derbe lê pêk hatibû, di odeyeke yek çavî de dijiya. Bedirxanê ku dengê çekên ku çarenûsa Almanyayê guhertibû, ew roj, yanî kaosa 9ê Mijdara 1923yê bi tirs şopandibû. Manşetên rojnameyên rojtira din jî wiha bû: ‘’Derbeya Munîhê hate çewisandin, Hîtler reviya’’(Dîe Neue Zeîtung, 10 Mijdar 1923).

DEBARA XWE BI XOCEYÊ NISREDÎN DABÎN KIR

Lê metirsiya herî mezin ya Bedirxanên bira- her çiqasî hevalên Cihû û demokrat hebûn jî-(ku yek ji van piştre dê neçar bimaya ku bireviya Tirkiyeyê, dîrokzanê cihû Karl Süssheîm bû) ne Hîtler bû. Piştî ku ji hêla Komara Tirk ve , biryara girtina Celadet û Kamûran Bedirxan hate dayîn wan di 1922an de xwe li Munîhê dîtibûn.

Bi jimareyên 2573 û 2574an li Zanîngeha Munîhê di sala hîndekariya 1923/1924’an de dest bi perwerdehî kiribûn. Navê wan wekî ‘’Bedr-Chan Kamuran Aalî’’ û ‘’Bedr- ChanDjeladet Aalî’’ derbasî qeydan bûbûn. Ne tenê Munîh, hemû Almanya di nav birçîtî û şepirzetiyê de mabû. Enflasyonê hefsarê xwe qetandibû, di kuçeyan de dorên dirêj ên nên çebûbûn. Celadet, di bîranînên xwe de ku piştre wê binivîsanda, wê vegotaya ku di wan deman de li Munîhê tenê petat xwariye û ji bo petatan bikire jî neçar maye ku cilên xwe yên ‘’mîrtiyê’’ bifiroşe.

Ji bo ku li Munîhê bijî çi ji destê wî bê diviyabû bikira. Çîrokên Xoceyê Nisredîn li almanî werdigerand, ders dida, bi vî awayî kêm jî bûya pere diketin destê wî. Lê li vir bala wî ketibû ser wêje û dîroka almanan. Hewl dida ku ji Nîetzsche serwext bibe, xeyala wergerandina Goethe ya li kurdî dikir, Bîsmarckê ku damezirînerê Almanya bû dişiband kalikê xwe Bedirxanê Mîrê Botan. Di kovara Hawarê ya ku piştre dê derbixistaya de, di hijmara 31ê de wan rojên Munîhê bi kurtasî wê wiha binivîsanda:

‘’Ez Sefdo û Kamûran di 1922an de hatibûn Munîhê. Em şkestibûn. Têk çûbûn. Felekê perdeyeke reş avêtibû ser çarenûsa Kurdistanê . Di qada siyasî de ti hêvî nemabûn. Tim me digot: Ziman, xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe, bi tîpên kurdî weşandina pirtûk, kovar û rojnameyan. Min ji çiyayên Refanê alfabeyeke Kurdî anîbû. Serê xwe ji nav dernedixist û te hewl dida ku hîn bibî. Te digot herî pir ji helbesta bi navê ‘’Mirina Gur’’ a Alfred de Vînyî hez dikim û kengî jî be ez ê wê li kurdî wergerînim.

Safdarê bira ku Celadet behsa wî dikir, di 1927an de bi nexweşiyeke ku pê ketibû hê di ciwandiya xwe de miribû û li Heîdelbergê hatibû veşartin. Piştî mirina Safder Tewfîq vegeriya Stenbolê, piştî ku bi salan wekî peywirdarê hîndekar xebitî di 1963an de çû ser dilovaniya xwe. Serboriyên birayên wan î din Kamûran hê cudatir bû.

Kamûranê ku di 1926an de li Zanîngeha Leîpzîgê doktoraya hiqûqê kirî çû Şam û Bêrûdê. Lê têkiliyên wî ji Almanyayê qut nebûn. Di 1935an de pirtûka wî ya helbestan ‘’Schnee des Lîchts’’( Berfa Şewleyê) li Berlînê çap bû. Di 1937an de romana wî ya bi navê ‘’Eyloyê Kurdistanê’’ weşanxaneya Voggenreîtê ya li Potsdamê çap kir. Kamûran, di 1936an de li ber destê zimanzan Karl Hadank xebitî. Kamûran di 1948an de li Parîsa ku heya ku bimiriya wê lê bijiya bi cih bû, di 1978an de çû ser dilovaniya xwe.

15Ê GULANÊ 1932, ŞAM-TAXA KURDAN

Celadet Bedirxanê ku ji ber sedema destengiya aborî ya li Almanyayê hê bêhtir nikarîbû debar bike, di Gulana 1925an de bi keştiyekê ji bendergeha Trîeste ya Îtalyayê, bi mebesta endamên din ên malbata xwe ya li mişextiyê bibîne ber bi Qahîreyê ve bi rê ket. Wî dê, ew roja xwe ya di keştiyê de wiha vegota: ‘’Em koçberên herî ketî ên dinyayê, koçberên bêcihûwar, kurd û cihû di heman keştiyê de li hev rast hatibûn. Ez ji welatê xewnên xwe hê bêhtir bi dûr diketim, ew jî hê bêhtir nêzî welatê xewnên xwe dibûn.’’

Di keştiyê de, hê bi rê de cihûyên ku dixwestin zimanê wî hîn bibin bala Celadet kişand. Kî dizane belkî jî di wê keştiya koçberan de, dema ku bayê hînik ê biharê Behraspî li ser rû û çavê wî xist, wî sond xwaribû ku jiyana xwe li ser kurdî bike. Lê hê di 1919an de bi ramana ku pêdiviya kurdî bi alfabeya latînî heye, ku kî jî neke wî sond xwaribû ku wê pêk bîne. Celadet ev xeyala xwe di 15ê Gulana 1932yan de li taxa kurdan a Şamê pêk bîne.

Li gel ku rojek ji roja yekşemê jî bû li taxê dengê matbaeyê tê. Di mekîneyê de yekem kovara bi kurdî ku bi alfabeya latînî hatibû nivîsîn, ‘’Hawar’’ hebû. Di sernivîsa kovarê de Celadet digot; ‘’Hawar zarokeke nûza ye. Hemû kurd bila li vê zarokê xwedî derbikevin. Hawar beriya her tiştî wê hebûna zimanê me nîşanî me bike û wê bi hemû mijarên kurdeyatiyê re têkildar bibe’’

AN BI KURDÎ BIAXIVIN AN JÎ NEBÊJIN, ‘’EM KURD IN’’

Celadet di hijmara pêşîn a kovarê de alfebeya nû ya kurdan ku ji 31 tîpan pêk dihat dida nasîn û qet paşguh nekir ku di her hijmarê dersa hînker a kurdî bide. Hawar herwiha gelek wêjevanên wê demê ên wekî Cigerxwîn, Qedrî Cemîl Paşa, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrîcan li hev civandibûn û hema hema di hemû hijmaran de mirov li nivîsên wan rast dihat. Lê kovara ku carinan ji serm 15 rojan carekê û carinan jî ji serm mihekê carekê çap dibû, bi gelek dijwariyan derdiket.

Hawara ku di Tebaxa 1935an de navber da weşanê di 15ê Nîsana 1941ê de dîsa dest bi weşanxa xwe kir. Lê Celadet Bedirxan bi hêrs bû. Lê qêrîna Celadetê ku di hijmara 27an de ji kurdan re got; ‘’An bi kurdî biaxivin an jî nebêjin, ‘’em kurd in’’, şerm e’’ wê bi kêrî tiştekî nehata û kovar di 1943yan de bi hijmara 57an wê dawî li jiyana weşana xwe bianiya.

LI SER DEVÊ ‘’BÎRA QEDERÊ’’

Rojên Şamê yên Celadetê ku di 1942-1946an de 28 hijmarên kovara ‘’Ronahî’’yê derxist dişibe rojên wî yên li Munîhê. Piştî ku di 1946an de Fransî ji Sûrî vedikişin kurdî tê qedexekirin, kovar û rojname têne girtin. Kurd bi ‘’qederên’’ xwe yên berê re rû bi rû dibin. Celadet, di 1947an de li gel ku wekî temsîlkarê kurdan tê hilbijartin jî, neçar dimîne ku heftiyê du aran biçe walîtiya Şamê û îmzeyê biavêje.

Ber bi salên 1950î ve rewşa aborî ya Celadetê ku bi dotmama xwe Rewşen Bedirxan re zewicî bû, nebaştir bûbû. Bi du hevalên xwe re Celadetê ku li gundê Hêcanê ku bi 30 kîlometreyî ji Şamê dûr bû, dest bi çandiya pêmbû kiribû, ji bo avdaniyê jî bîrek kola. Celadetê ku navê ‘’Bîra Qederê’’ dabû bîrê, di salên dawî yên jiyana xwe de, wê li şûna pênûsê termik di destê xwe de bi cih bikira û di nav karkeran de wê bijiya.

Bedirxanê 58 salî, di 20ê Nîsana 1951ê de, beriya mirina wî bi çend mehan, di nameya ku ji malbata xwe re şandî de wiha dinivîsîne: ‘’Dizanim ku di demeke nêzîk de ez ê bimirim. Lê dilê min rehet e. Heya ku ji destê min hat min kêfaret kir ku ji bo miletê xwe û welatê xwe xizmetê bikim.’’ Nîşeya ‘’Bîra Qederê’’ ya di biniya nameyê de bale dikişîne. Loma wî navê ‘’Bîra Qederê’’ li gundê Hêcanê danîbû.

‘’Her kes dimire; bira, xwîşk, xweştivî, dildar, heval, dost, nas nenas..her kes dimire. Dora min jî hat, niha dora min e’’. Ev nîşeya ku di lênûskeke biçûk de hatibû nivîsîn, ji Mîr Celadetê ku di 15ê tîrmeha 1951ê de çûbû ser dilovaniya xwe rêzikên dawî bûn. Ev gotin, piştî nîvsedsalekê wê bi bibûna destpêka berhema Mehmet Uzun a bi navê ‘’Bîra Qederê’’

Çavkanî:

1 – Arşîva Zanîngeha Munîhê û pirtûka ‘’Bîyografiya Hîtler’’ ya Joachîm Fest

2- Nivîsên Konê Reş ên di kovar û malperan de

3- Bîrgît Ammann, Kurdîsche Studîen 2, 2003 Berlîn.

4- Bîra Qederê, Weşanên Gendaş, 2000, Stenbol

5- Hawar 1-57, Weşanên Nûdem, 1998, Stockholm