Ji bo serokomartiya Îranê nav zelal dibin
Ji bo serokomartiya Îranê nav zelal dibin
Ji bo serokomartiya Îranê nav zelal dibin
Berendamên hilbijartina serokomariyê ya Îranê zelal dibin. Dema rewşa siyasî, aborî û hevsengiya hêzên rejîmê li ber çavan tê girtin dê hilbijartinên îsal jî bi qasî yên sala 2009’an bi nîqaş derbas bibe.
Îran ji bo serokomarê nû yê dê bikeve şûna Mahmud Ahmedînejad dê di 14’ê hezîranê de biçe ser sindoqê. Ji bo hilbijartinê ji bo endamtiyê duh roja dawî bû. 686 kesî serî lê da. Di nava kesên serî lê dane ji 3 aliyên cuda yên li dijî rejîmê endam hene.
Serlêdana herî balkêş ya Alî Ekber Haşîmî Rafsancanî ku di navbera 1989-1997’an de serokomarî kiribû jî heye. Rafsancanî ku bi nelihevkirina xwe ya bi rêberê olî Alî Hamaney tê zanîn û her wiha aliyên mufazakar li dijî wî ne, tê payîn ku bi taybet dê dengên aliyên reformîst bigire.
Rafsancanî 78 saliye û îdia kir ku Ahmedînejad hîle tevli hilbijartinan kiriye û muxalîf jibo xwepêşendanan rakiribû per piyan.
Kesekî din yên girîng ku ji bo berendamtiya serokomariyê serlêdan kir Saîd Celîlî bû. Celîlî 47 saliye û bi nêzîkatiya xwe ya Alî Hamaney tê zanîn.
BERENDAMÊ AHMEDÎNEJAD JÎ HEYE
Mahmud Ahmedînejad ku du deman serokomartî kir, bandora xwe ya li ser hilbijartinan bi awayekî fermî îlan kir. Ahmedînejar di dema serdana Rahîm Meşaî dediyar kiribû ku ew piştgiriyê dide kîjan endamî.
Meşarî li welat ratsî bertekên mufazakaran tê û bi netewperestî û ji ol durxistinê tê îthamkirin.