Ji bo serbestberdana rehîneyan Îranî di greva birçîbûnê dene

Ji bo serbestberdana rehîneyan Îranî di greva birçîbûnê dene

Komek Îraniyên ku li Swêdê dijîn, ji 15’ê Mijarê ve ji bo serbestberdana rehîneyên ku di dema êrîşên artêşa Iraqê li ser Wargeha Ashraf pêkhatî de ku 6 jê jin 7 kes rehîn hatin girtin li nêzî  avahiya parlemenê li qada Mynttorgetê ji 15’ê mijdarê ve di greva birçîbûnê dene.

Li  qadê li ser konê ku hatiye vedena kesên ku li wargeha hatine bi darvekirin wêneyên wan hatîne bi cih kirin û çalakger stran û marşan dibêjin. Di derbarê mijarê de belavokan bilav dike û raya giştî di derbarê mijarê de agadar dikin.

Bi bangan Desteya Netewiya Îranê li Stockholmê carcar na li  Cenevre, Londra, Melbourne, Berlin û Ottawa yê girevên birçîbûnê didomin. Hat ragihandin ku  gireva birçîbûnê ya 200 Îraniyên ku li wargehên Libertyê jî 100 roj destbes kirine.

Di êrîşa ku di 1’ê Îlonê de, artêşa Iraqê buyî li ser Wargega Ashrafê ku Mucahîtên Gel ên Îranê têde bûn 52 kes hatibûn kuştin û 7 kes jî hatibûn revandin. Desteya Netewiya Îranê dabû diyar kirin ku ev êrîş bi daxwaza Îranê ji artêşa Iraqê pêkhatiye û di wargehê de kesên ku ji aliyê Desteya Bilinda Neteweyên Yekbûyî ve îlticata wana siyasî hatî pejirandin hatîne kuştin. Destnîşan kirin ku li gorî mafê îlticayê yên Konseya Neteweyên Yekbûyî, revandin û kuştin li gorî peyama Cenevreyê soce.

Desteya Netewiya Iranê ragihandin ku riska bi karvekirina rehîneyên ku ji aliyê rejîma Iraqê ve radestî Iranê hatîn kirin heye.Di destpêkê de bang li NY û hemû rêxistinên mafê mirovan kirin ku êrîşê şermezar bikin û ji bo serbestberdana 7 kesên hatîn revandin bikevin nava tevgerê.