Ji bo meşa Cejna Zimanê Kurdî bangawazî

Desteya Ziman a KCD'ê bi daxuyaniyekê saziyên ziman û gelê Amedê vexwend bernameya 15'ê Gulanê.

Desteya Ziman a KCD'ê bi daxuyaniyekê saziyên ziman û gelê Amedê vexwend bernameya 15'ê Gulanê. Bername ji aliyê Desteya Ziman a KCD'ê û Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Amedê ve hatiye amadekirin. Endamên Desteya Ziman a KCD'ê Îrfan Babaoglu, Sabahattîn Gultekîn û Enîse Şîrîn Çagar tevlî daxuyaniyê bûn.

Îrfan Babaoglu di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku roja 15'ê Gulanê ji bo zimanê Kurdî pir girîng e û destnîşan kir ku bingeha zimanê Kurdî bi Kovara Hawarê hatiye avêtin û bûye cejna zimanê Kurdî. Babaoglu da zanîn ku ligel hemû daxwazên gelê Kurd jî dewlet zimanê Kurdî wek zimanê fermî napejirîne. Babaoglu daxuyand ku li hemberî zextên li ser zimanê Kurdî wê sibe seat di 17.00'an de li ber avahiya KCD'ê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û piştî daxuyaniyê jî dê heta Sumerparkê bimeşin. Babaoglu anî ziman ku wê fuara pirtûkan li Sumerparkê hatiye vekirin û heya 17'ê Gulanê berdewam bike. Babaoglu banga tevlîbûnê li her kesî kir.