Ji bo jinan li Silopiyayê diwana dengbêjan hat danîn

Li Silopiyayê di çarçoveya bernameya çand û hunerê de ji bo jinan dîwana dengbêjan hat danîn.

Şaredariya Silopiyayê, di çarçoveya bernameya çand û hunerê de ji bo jinan dîwana dengbêjan danî. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin tevlî bernameyê bûn.

Ji hunermendên Ma Musîc Centerê Sarya Aktaş, Eylul Nazlier û Dengbêj Xalîde Kalkan derketin ser dikê. Jinan li ber kilaman govend gerandin.

Bername bi berzkirina dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.