Ji bo avakirina sînemaya Amûdê kampanyayek hat destpêkirin

Ji bo bîranîna bi sedan zarokên Kurd ên ku dema li Sînemaya Şehrazad a li bajarê Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li fîlm temaşe dikirin hatin qetilkirin zindî bê hiştin, wê sînema weke navendeke çandî ya dewlemend ji nû ve were avakirin.

SÎNEMAYA AMÛDÊ

Ji bo ji nû ve avakirina Sînema Şehrazad bi hevkariya Associazione Ya Basta Bologna, UIKI Onlus, ETS û Un Ponte û Arci Hanno ku li Îtalyayê li dijî polîtîkayên îstîsmarê ya kapîtalîst xebat dimeşînin, kampanyayek hat destpêkirin.

Di encama kampanyaya ku ligel Komuna Sînemaya Rojava hatiye destpêkirin de, sînemaya Şehrazad a li Amûdê wê weke navenda çand û hunerê ya dewlemend û salona sînemayê ji nû ve bê vekirin. Ji bo ji nû ve avakirina sînemayê jî bi rêya navnîşana produizonidalbasso.com li ser înternetê kampanya alîkariyê hate destpêkirin.

BÎRANÎNA 282 ZAROKÊN HATINE QETILKIRIN WÊ ZINDÎ BÊ HIŞTIN

Bi alîkariyên ku bên berhevkirin wê hem salona sînemayê ya ku di 13’ê Mijdara 1960’an de ji aliyê alîgirên rejîma Baas’ê ve hat şewitandin û di encamê de 282 zarokên Kurd hatin qetilkirin bê avakirin û hem jî wê bîranînên wan bi vê xebatê zindî bê hiştin.

Xebatkarên kampanyayê di daxuyaniya xwe de wiha gotin, "Ji  nû ve avakirina sînemaya Amûdê tê wateya tevkariyê li avakirina bîra kolektîf a gel û çandên ku li bajar û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, di heman demê de ji bo zindî hiştina bîranîna gelek zarokên ku di 13'ê Mijdara 1960'an de hatine qetilkirin e."

Şewata sînemaya Şehrazad a li Amûdê, yek ji wan komkujiyan e ku di bîra civaka Kurd de birîneke kûr vedaye. Di 13'ê Mijdara 1960'î de alîgirên rejîma Baas’ê bi sedan xwendekarên Kurd ên ji Amûdê ji bo temaşekirina fîlma "Reşa nîvê şevê” birin sînema Şehrazad. Di dema nîşandana fîlm de li salona sînemayê şewat derket. Di encama şewata gumanbar de 282 zarokên Kurd ên temenê wan di navbera 8-14 salî de ku li salona sînemayê bûn jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya Sînemayê Amûdê (Şehrazad) ku beriya 64 salan li Rojava pêk hat, mîna komkujiyên din ên li dijî gelê Kurd hatine kirin, ti carî nehatiye jibîrkirin.

Hûn dikarin li ser vê navnîşanê destekê bidin kampanyaya bexşînê.

https://www.produzionidalbasso.com/project/nuovo-cinema-amude-ricostruire-un-idea-meravigliosa/

Malpera saziya organîzatorê

https://www.produzionidalbasso.com