Ji bo aktivîstên Greenpeace li 17 welatan xwepêşandan
Ji bo aktivîstên Greenpeace li 17 welatan xwepêşandan
Ji bo aktivîstên Greenpeace li 17 welatan xwepêşandan
Bi armanca ku tekelên petrolê Deryaya Berfê ya Bakur dagirkirine, protesto bikin, keştiya Greenpeace çalakî kampanya da destpêkirin û Rûsyayê êrişî ser keştiya Greenpeace kir û 30 çalakvan binçavkirin. Binçavkirina endamên Greenpace li DYA, Almanya, Îngîlîstan, Danîmarka, Tayland û Başûrê Efrîka giştî 17 welatan hat protestokirin.
Kesên ku tevlî çalakiya hemwext ya ku ji aliyê Greenpeace ve hatî amadekirin bûn, daxwazin kirin kesê hatine binçavkirin bên berdan. Çalakî li pêş balyozxaneya mezin ya Rûsya, pêk hatin.
Wezîrê Karên derve yê Rûsya Jocabson ragihand ku tu rayeya Rûsyayê nîne ku bi ser keştiyan de bigirin û endamên Greenpeace de binçav bikin. Jocabson got divê demildest kesên hatine binçavkirin bên berdan.
JI BO KAMPANYAYÊ 4 MILYON KESÎ ÎMZE AVÊT
Li gorî çapemeniya Swêdê, Rûsya nerazîbûnên xwe yên li hemberî keştiya ku li ser ala Hollanda heyî çalekî pêk anî, ev operasyon pêk aniye.
Li ser Derya Berfê ya Bakur xebatên derxistin û lêgerîna petrolê ji bo hemû sîstema eko metirsiyê çêdiki. Greenpeace diyar kir ku ger qezayek çêbe wê rê li ber felaket û xirabeyên herî mezin ku kes nikare pêşî lê bigre veke. Ev demeke dirêje daxwazên rawestandina xelekên petrolê tê kirin û pêwiste ji herêmê derbikevin.
Ji ber vê yekê kampanya îmzeyan ya ku Greenpeace da destpêkirin de di rojekê de 4 milyon kesî îmze avêt. Dawiya hefteya ku me derbaz kirî jî pêşbirka piskilêtan ya ku ji bo rixgarkirina Kutuba Bakur ji 36 welatan 106 saziyên niştecihbûnê û 15 hezar kes tevlî bûn.