Ji ber Ebola doktorekî din mir
Ji ber Ebola doktorekî din mir
Ji ber Ebola doktorekî din mir
Ji ber şewba Ebola ya li welatên Rojavayê Afrîkayê, doktorê ji Sierra Leone Olivet Buck jiyana xwe ji dest da. Buck bû wezîfedarê çaremîn ê tenduristiyê, ku ji destpêka şewbê û vir ve jiyana xwe ji dest daye.
Beriya mirina Buck, hikûmeta Sierra Leone serî li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) dabû û jê xwestibû, doktorên bi Ebola ketine derbasî Elmanyayê bikin û li wir bên tedawîkirin.
Lê belê WHO ev daxwaz red kiribû û soz û baweriya tedawiya herî baş a li Sierra Leone ji bo Buck dabû.
Mirina Buck, ji bo welatên Rojavayê Afrîkayê yên li hemberî şewbê li ber xwe didin, pirsgirêkek mezin derdixîne holê. Wezîfedarên tenduristiyê yên ji ber nexweşiyê bi guman in, ji xwe wezîfeya li herêmên bejahî yên derfetên parastinê qels in, red dikin. Ev yek jî kontrolkirina şewbê dixe nava zehmetiyan.
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, heta roja îro li Gine, Lîberya û Sierra Leone nêzî 300 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa Ebola ketin. Bi qasî nîvê van mirin. Hejmara doktorên mirine jî çar e.