Ji BDP’ê banga meclisê: Deng nedin tezkereyê

Ji BDP’ê banga meclisê: Deng nedin tezkereyê

Di demekî ku pêvajoya çereseriyê tê nîrxardin de, ji bo salekê operasyonên li dijî Başûrê Kurdistanê bê zêde kirin, birna tezkereyê li miclisê gumanên BDP’ê zêde kir û bang li parlementeran kir ku deng nedin erêkirina tezkereyê.

 Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda BDP’ê  ya li ser tezkereya şer a li himberî Başûrê Kurdistanê da hat diyar kirin ku wê ji tezkerê re bêjin ‘na’.

 BDP’ê got: “Mixabin Hikûmet li şuna ji bo bersivdayîna  pêvajoya çareseriya demekratîk  gavan bavêje, cihê wê helwesta pêşveneçûnê  û siyasetê wê de îsrarkirinê dewam dike. Mînaka vêya herî berbiçav di roja îro de salek dirêj kirina  tezkereya şer ya li dijî Başûrê Kurdistanê anîna wê ya li Meclisa Mezina Gelê Tirkiyê ye.”

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “ Di pêvajoya çareseriyê de tiştên hatîn axivtin û nîrxandin bi diyalog û muzekereyan pêvajoyê dewam bikîn bû, di demekî ku li bendê bû hikûmet ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavan bavêje, Desthiladariyê polîtîkaya ewlehiyê ya operasyona dersinor ji nû ve pêşkêşî meclisê kir. Ev helwest qet xizmetê ji pêvajoya çareseriyê re nake.

Divê ji bo vê  pêvajoyê hikûmet gavên ji bo bê şer û pêşketina pêvajoyê  gavên baweriyê bavêje. Rêya vê ji operasyonên dersinor nîne, rêya wê di gavên aşitiyê re derbas dibe.

 Lê belê mixabin hin tam meclis venebûyî li cihê gavên çareseriyê, destpêkê tezkera Sûriyeyê pişt re jî tezkereya Başûrê Kurdistanê xist mijara meclisê.

Ev helwestên  hikûmetê cihê gumanane. Divê hikûmet demek ji yadin zutir ji van şaşitiyan vegerî û vê tezkereya ku dibe sedemê mirina rûndikê çavan paşde bikêşe. Ji helwestên ewlehiyê bi revî. Pêwistiya Tirkiyê bi tezkereya operasyona nîne. Pêwistî bi gavên çareseriyê û demokrasiyê heye.

Em weke Partiya Aştî  û Demokrasiyê wek heya niha dîsan jî li dijî tezkereya şer dirawatîn û emê dengê nexêr ji bo bi kar bînîn.

Em li vir bang dikîn ku li parlemenê deng ji bo tezkereya şer nedin û ne bin hevkarê polîtîka bê çeresertiyê.”