Ji Almanyayê ji bo Kurdî bersivek skandal!

Ji Almanyayê ji bo Kurdî bersivek skandal!

Kurdên li 16 eyaletên Almanyayê dijîn ji dewleta Almanyayê daxwaza “Em perwerdeya bi zimanê xwe, semînerên bi piştgiriya dewletê yên der barê tundiya di malbatê de û rajêriyên xirab de dixwazin” kir. Ev daxwazên Kurdan li 6 eyaletan bi awayeke nivîskî hatin bersivandin. Ev daxwazên Kurdan bi awayeke sosret hate redkirin û wiha hat gotin; “Kurd jixwe Tirkî û Erebî dizanin. Pêwîstî bi vê yekê nîne, jixwe dibistanên bi Tirkî perwerde didin hene” û daxwaên Kurdan hatin redkirin. Li Almanyayê Kurdî tenê di broşurên der barê parastina ji AIDS’ê, penaberî û binçavkirinê de ne.

Balkêş bû ku beriya Meclîsa Federal a Almanyayê di 15’ê cotmehê de ji bo kampanyaya Kurdan a “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” rûniştinek taybet pêk bîne, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hukûmeta Almanyayê kir hedef. Her çendî zêdetirê milyonek Kurd li Almanyayê dijîn, lê mafên Kurdan weke komên din ên penaberan nayê nasîn.

Piştî sala 1961’ê Tirkiye û Almanyayê peymana “karkerên mêvan” bi hev re mor kirin, rêya bi hezaran kedkarên Kurd ket Almanyayê. Lê bi awayeke giştî Almanya û Kurdan û pirsgirêka Kurd di salên 1990’an de di dema şerê Kendavê de hev nas kirin. Li aliyekê çekên Almanyayê di şerê li Kurdistanê tên bikaranîn, li aliyeke din mexdûrên vî şerî berê xwe dan Almanyayê, ev yek hişt ku çavê cîhana Kurdan her tim li ser Almnayayê be.

KURD DI BERNAMEYA HEVSENGIYÊ YA HUKÛMETÊ DE TUNE NE

Kurdan di navbera 1-15’ê îlona 2011 de bi daxwaza “Bila Nasnameya Kurdan bê Nasîn” zêdetirê 50 hezar îmze kom kirin û ji bo dahatûya xwe pêngavek girîng avêtin. Hukûmeta Alman dê roja 15’ê cotmehê ji bo daxwaza Kurdan rûniştinek taybet pêk bîne. Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) ku pêşengiya vê kampanyayê dike, daxwaz dike ku mafên ji komên din ên penaberan re tên nasîn, ji Kurdan re jî bên nasîn.

Niha li Almanyayê yek ji mijarên herî girîng ên welêt hevsengiya penaberan e û bi giştî salane 200 milyon euro ji bo vê yekê xerc dike. Ji bo Kurd jî sudê ji bernameya hevsengiyê werbigirin, YEK-KOM’ê di meha tebaxê de serî li 16 eyaletên Almanyayê da. YEK-KOM’ê destnîşan kir ku li gorî jimareyên fermî hejmara Kurdên li Almanyayê dijîn 800 hezar e û ragihand ku malbatên Kurd di warê pîşeyên zarokên xwe di tengasiyê de ne.

Kurdên li 16 eyaletên Almanyayê dijîn ji dewleta Almanyayê daxwaza “Em perwerdeya bi zimanê xwe, semînerên bi piştgiriya dewletê yên der barê tundiya di malbatê de û rajêriyên xirab de dixwazin” kir

JI HER EYALETEKÊ BERSIVEK CÛDA!

Ji bo daxwazên Kurdan heta niha bersvi ji 6 eyaletan hatiye. Li gorî bersivên gihiştine ANF’ê helwestên eyaletên Almayayê ji hev cûda ne. Meclîsa Eyaleta Baden-Würtemberg di bersiva 18 Îlona 2012 de şand de, diyar kir ku daxwaz tên lêkolînkirin, Meclîsa Saksonyayê jî di 13’ê Îlona 2012 de bersiv şand û da zanîn ku wana vê daxwaza Kurdan şandiye ji Wezareta Navxweyî re.

Her wiha, Meclîsa Eyaleta Saarlandê jî 6’ê îlona 2012’ê bersivand û aşkere kir ku ew ê daxwazên Kurdan bînin rojeva xwe. Di heman dîrokê de, Eyaleta Bremenê jî bersiv da daxwazên Kurdan û got ku ji bo pêkanîna wan daxwazan, ew ê lêkolînên huqûqî bikin û teqez bersivekê der barê encaman de bidin YEK-KOMê.

'JIXWE KURDÎ HEYE, KURDÎ NE HEWCE YE’

Meclîsa Elayeta Saksonya-Anhalt jî 12’ê îlona 2012, di nameya şand de daxwaza xebatên hevsengiya bi Kurdî red kir û ev bersiv da: “Li gorî agahiyên me ji daîreyên penaberan ên eyaletê wergirtine, piraniya Kurdan bi Kurdî nizanin, tenê Tirkî û Erebî dizanin.” Bi vî awayî Almanyayê li xwe mikûr hat ku asîmlasyona li Kurdistanê li hemberî Kurdan tê pêkanîn, gihiştiye welatê wan. Bersiva Eyaleta Berlînê jî hema bêje ji helwesta înkarker a dewleta Tirk ne cûda ye.

Li Berlînê zêdetirê 100 hezar Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, vê eyaletê daxwaza hevsengiya bi Kurdî red kir û ji bo Kurdan dibistanên Tirkan ên li Almanyayê destnîşan kir. Di nameya bi dîroka 13’ê Îlona 2012 de ji aliyê Meclîsa Eyaleta Berlînê ve hate şandin de bersivên ku dane daxwaza Kurdan a “Bila nasmeya Kurdan bê nasîn” a bi pêşengiya YEK-KOM’ê pêk hat kir hincet û vê daxwaza Kurdan red kir. Di bersivê de wiha hat gotin:

"Li Eyaleta me, ji bilî Almanî, ger pêwît bike bi zimanên Tirkî, Erebî û Rûsî agahdarî têne kirin. Kurdî di bernameya dersan a Berlînê de tune ye. Li 32 dibistanan bi Tirkî ders tên dayîn. Bi alîkariya balyozxaneya Tirk li 130 dibistanên seretayî ders tên dayîn. Wezareta me ya perwerdeyê pêwîstî bi perwerdeya Kurdî nabîne.”

BIRYARA 1991 YA 'EM Ê KURDAN BIPARÊZIN' HAT JIBÎRKIRIN

Piştî ku di salên 1990’an de hejmara Kurdên li Almanyayê gihişt nîv milyonê, Partiya Keskan pirsgirêk û statuya Kurda biribû rojeva Melcîsa Federal. Meclîsa Federal a Almanyayê, bi daxwaza Keskan a ji bo parastina Kurdên ji ber kîmyebarana Sedam û zilma Tirkan reviyan, di 9’ê cotmeha 1991 de biryarek bi 8 madeyan erê kir. Di biryarê de wiha hat gotin:

"Divê hemû mafên çandî yên Kurdên li welatên Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û welatên Sovyetê dijîn, bên dayîn. Divê hukûmeta Alman ji bo pêkanîna van mafan berpirsyariyên xwe yên di NY û Konseya Ewropayê de pêk bîne û ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane çareser bibe, pêşengî bike. Divê daxwaza penaberên Kurd ên ji ber şer direvin bê qebûlkirin. Divê li Tirkiyeyê di dibistanan de perwerdeya Kurdî bê dayîn. Her wiha, li Almanyaya Federal şêniyek zêde ya Kurdna heye, divê mafên wan ên şandî nas bike."

Ev biryara hema piştî yekbûna Almanyayê hate dayîn, di nava salan de hate jibîrkirin. Di 26’ê mijdara 1993’ê de hukûmeta Helmut Kohl PKK û gelek rêxistinên Kurdan qedexe kir. Her çendî Almanyayê peyva “Kurd” qedexe kir, lê heta salên 2000’an hejmara Kurdên li Almanyayê gihişt milyonekê. Lê her çendî hejmara kurdan ji milyonek zêdetir bû jî, hukûmeta Almanyayê di 28’ê sibata 2011 de bersiv da pêşnûmeya Parlementerê Partiya Çepgir Ulla Jelpke û diyar kir ku ew Kurdan weke komek cûda ya penaberan nas nakin.