Îngilîstanê cîhadperest ji welatîbûnê derxist

Îngilîstanê cîhadperest ji welatîbûnê derxist

Wezareta Karên Hundir a Îngilîstanê, welatîbûna kesên tespît kiriye li Sûriyeyê di refên rêxistinên oldar ên radîkal de şer dikin, betal kir.

Li gorî nûçeya rojnameya The Independent, di sala 2013'an de 20 welatiyên Îngilîz ên hatine tespîtkirin li Sûriyeyê li refên El Qaîdeyê şer dikin, ji welatîbûnê hatine derxistin.

Ji Wezareta Karên Derve rayedarekî nexwest navê xwe aşkera bike diyar kir ku heta niha tespîtkirine herî kêm 40 herî zêde jî 240 welatiyên Îngilîz li Sûriyeyê şer dikin û wan kesên li refên El Qaîdeyê cih digirin, ji welatîbûnê derxistine.

Mafê Wezareta Karên Hundir a Îngilîstanê heye ku eger tespît bike di dema kar û barên welatîbûnê de sextekarî kirine yan jî xwedî cotwelatîbûnê ne, ji welatîbûnê derxîne.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de hat ragihand ku welatîbûn ne mafeke lê îmtiyazeke, lewma eger hat tespîtkirin ku bi kêrî cemaweriyê nayê, welatîbûn dikare ji nû ve jê were stendin.

Li gorî hiqûqa Îngilîz ji bo derxistina ji welatîbûnê biryareke pêwîst hewce nake. Kengî Wezareta Karên Hundir biryar stend, hingî kar û barê derxistina ji welatîbûnê pêk tê.