ÎHD: Rewşa 154 girtiyên nexweş giran e

ÎHD: Rewşa 154 girtiyên nexweş giran e

 Serokê giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (KMM) Ozturk Turkdogan diyar kir ku der barê girtiyên nexweş de sersarî hêj berdewam dike û wiha got: "Li girtîgehan rewşa 154 girtiyên nexweş giran e û li girtîgehan bi tevahî 526 girtiyên nexweş hene."

Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) der barê girtiyên nexweş, li ber YKM ya qada Kizilayê daxûyanî da çapemeniyê. Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan, rêveberên ÎHD'ê û Hevserokên BDP'ê yên Enqereyê Ahmet Aday û Bedriye Irmak, Serokê Giştî yê SES'ê Çetîn Erdogan û nûnerên saziyên civakî tevlî daxûyaniyê bûn.

Di daxûyaniyê de panqarta "Em ê ji mirinan re bêdeng nemînin û girtiyên nexweş serbest berdin" hat vekirin û dirûşma; "Girtiyên nexweş serbest berdin" hat berzkirin. Ozturk Turkdogan diyar kir ku der barê girtiyên nexweş de sersarî hêj berdewam dike, Wezîrê Dadê di mijara girtiyên nexweş de bêdeng dimîne û ew Wezîrê Dadê protesto dikin. Turkdogan balkişand ser mirinên li girtigehan û wiha got: "Ji 10'ê îlona 2013'an vir ve ji aliyê Komîsyona Girtigehê û ÎHD'ê lîsteya girtiyên nexweş hat amadekirin. Li gorî lîsteyê rewşa 154 girtiyên nexweş giran e û li girtîgehan bi tevahî 526 girtiyên nexweş hene. Em dizanin ku hejmara girtiyên nexweş zêdetir e."

'DIVÊ YEKDESTIYA PISPORÊN FERMÎ BÊ RAKIRIN'

Turkdogan anî ziman ku der barê girtiyên nexweş de desilatdariya Serokkomariyê heye ku efûyê derxe lê ji ber ku Wezareta Dadê rêkupêkiyên nû kirine ev maf hatiyê sinor kirin û wiha got: "Hemû kar û bar li benda Saziya Tiba Edli hiştine û xwe bi vê yekê dane girêdan. Di girtîgehan de evqas girtiyên giran yên nexweş hene lê disa jî derxistina efûyê bi sînor kirine. Divê Saziya Tiba Edli ji holê bê rakirin û divê mefên raporan bidin nexweşxaneyê bi rêk û pêk û raporên tê dayîn ji bipejrînin." Turkdogan balkişand ser yekdestiya pisporên fermî û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Divê yekdestiya pisporên fermî ya Saziya Tiba Edli bê rakirin û ev yekdestiya di bin bandora desilatdariya hêzên siyasî de ye." Turkoglu bang li raya gişti kir ku ji bo rewşa girtiyên nexweş bi hestiyarî tevbige