Hunermendên Kurd ji bo yekîtiyê li hev civiyan

Hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê bi armanca Yekîtiya Netewî li hev civiyan. Di civînê de platforma hunermendan hate avakirin.

Ji bo Yekîtiya Netewî di serî de hunermedên Kurd li Ewropayê dest bi civînan kiribûn, di vê çarçoveyê de hunermend, dengbêj, muzîk jen, şêwekar li salona Diyalok a bajarê Silêmaniyê civiyan.

Di  civînê de hunermendan bal kişand ser metirsî û xeteriyên li ser gelê Kurd destnîşankirin ku bersiva êrîşan yekîtiya netewî ye.

Hunermend Xelîl Xemgîn destnîşan kir ku siyasetmedaran bi erka xwe ya yekîtiyê nerabûn û got: “Divê em hunermend ku wijdana civakê de zextê bikin ku aliyên siyasî bikarina yekîtî û yekrêziya mala Kurdî çêbike. Em hunermend bikin ku di nava Kurdan de yekîtî û yekrêzî bê avakirin.

Hemû hunermend li ser wê yekê bûn ku eger niha hunermend erkên xwe bi cih bîne wê yekîtî pêk were. Li ser vê yekê hunermend biryar dan ku platforma hunermedan ava bikin ku ji 20 kesan pêk tê ku ji bo siberojê konserek ji bo yekîtiya netewî lidar bixin.

Ev platform wê di nava diyalogê de bin li gel hunermendên Kurd ên li Ewropa û derveyî welat ji bo bikarin xebatekî hê mezintir siberojê bikin û têkiliya navbera hunermendan baştir bike.