Hunermendên Kurd bi muzîka xwe bang kirin: Xwe Nekuje!
Hunermendên navdar, ku di bin banê TEV-Çand’ê de jî xebatên xwe dimeşînin, Hekîm Sefkan, Xelîl Xemgîn, Bengî Agirî, Peywan Arjîn û Jiyan Osman berhemeke nû bi navê ‘Xwe Nekuje’ derxistin.
Hunermendên navdar, ku di bin banê TEV-Çand’ê de jî xebatên xwe dimeşînin, Hekîm Sefkan, Xelîl Xemgîn, Bengî Agirî, Peywan Arjîn û Jiyan Osman berhemeke nû bi navê ‘Xwe Nekuje’ derxistin.
Berhema ji helbest û awazên Hekîm Sefkan, aranjeya Memo Yapıştıran, duh cara yekem li ser Med Muzîk’ê û platformên dijital hate weşan. Klîpa stranê ji dîmenên gerîlayên HPG’ê û pêşmergeyên ku li Başûrê Kurdistanê li gel hev li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn kirin, pêk tê.
Hekîm Sefkan daxuyaniyeke kurt li ser vê berhemê parve kir û got ku wî di vê xebatê de giranî nedaye melodî û muzîkê ji ber ku ew bi xwe gotinên stranê mîna peyamekê ne, û wiha dewam kir: “Ji bo min cudahî di nava van tiştan de tune ye; Ha te bi fîşekan birayê xwe kuşt, ha bi gotinan. Ha te di kozika şer de li dijî birayê xwe şer kir, ha te di kozikên siyasî de şer kir.
Ha bi teqînan te mala birayê xwe xera kir, ha bi bêbextî û reşkirinê. Wekî ku bi kiryarên te birayê te wenda dike, dijminê te bidest dixe… Dêmekî ew kuştin e. Encex, kuştina birayê te ya vê rojê, amadekariya kuştina te ya sibê ye. Spas ji bo her kesê ku ked dane.”
Piştî dagirkirina Serêkaniyê insiyatîfe hunermendan ji bo yekîtiya neteweyî pir xebat kiribûn.
Gotinên Stranê:
Ne mirina min dibe jiyana te
Ne tunebûna min dibe hebûna te
Ne jî wendabûna min welatê me azad dike
Berê tifinga xwe ji sînga min biguhere
Fîşekên xwe bo parastina welatê me bihêle
Dijminê me xedar e, keko Bila zarokên te nebêjin;
bavê me apê me kuşt
Wê kuştina min te jî bikuje Xwe nekuje!
Çiya û rê pir giriyane
Hêsirên çavan qediyane
Ezmanê me sahî nebû
Ev goristan westiyane Xwe nekuje!
Ezmanê me sahî nebû
Ev goristan westiyane
Min nekuje!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Xwe nejuke!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Min nejuke!
Fêda kuştina min nîne
Dilê dê û bavan diêşîne
Dîsa hêvî zuha dibin
Kêfa neyarên me tîne
Xwe nekuje!
Dîsa hêvî zuha dibin
Kêfa neyarên me tîne
Min nekuje!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Xwe nejuke!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Min nejuke!
Em şervanên yek warî ne
Li bin zora yek darî ne
Kurdistan li benda me ye
Em hilgirên yek barî ne
Xwe Nekuje!
Kurdistan li benda me ye
Em hilgirên yek barî ne
Min Nekuje!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Xwe nejuke!
Ma ne ez birayê te me
Parçekî ji canê te me
Va ye ez li bextê te me
Min nejuke!