Hunermendan li dijî dagirkeriyê bang kirin

Hunermendên ji çar aliyên Kurdistanê gotin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê ew bi gerîla re bin û bang li her kesî kirin ku bi vê erk û berpirsyariya xwe rabin.

Hunermendên Kurd diyar kir ku armanca dewleta Tirk a ji êrişan tunekirina Kurd û Kurdistanê ye û xwestin ku her kesekî Kurd bi erk û berpirsyariya xwe rabe, li dijî êrişkariya Tirk û hevkariya bi dagirkeriyê re helwestê nîşan bide.

Hunermendên Kurd Xelîl Xemgîn, Nasir Rezazî, Beser Şahîn, Nebez Abdullah, Yelda Abbasî, Şazad û Fatemeh Îsmaîliyan têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ANF'ê re axivîn.

XELÎL XEMGÎN: DIVÊ EM BI GERÎLA RE BIN

Xelîl Xemgîn: Ev şer şerê hebûn û nebûnê ye. Em li ku dibe bila bibe, çi dibe bila bibe di vî şerî de em li dijî dijminê xwînxwar cihê xwe bigirin, yekîtiya xwe xurt bikin, bi gerîlayên xwe re di vî şerî de em cihê xwe bigirin. Em gerîlayên xwe bi tenê nehêlin, tifaqa xwe çêbikin û xwe ji bo her tiştî amade bikin. Şer ne tenê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, li hemberî tevahiya destketiyên Kurdan e. Armanca vî şerî ew e. Em ji bîr nekin, ev stratejiya dewleta Tirk a Mîsakî Mîllî ye ku ew dibêjin heta Kerkûk, Mûsilê, Şengalê û heta Efrînê bilêv dikin. Dixwazin vê pêk bînin. Salek ji bo vê armanca wan maye. Şerê ku niha tê meşandin hemû ji bo vê ye. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê armanca wan, hêza gerîla û destketiyên gelê Kurd e. Ev armanca wan gelekî eşkere ye, li pêş çavên cîhanê ye, tenê mixabin ji ber pirsgirêkên navxweyî gelek aliyên Kurd vê yekê nabînin. Lê belê gerîla ev alî dîtiye, ji zûdeyî dibêje. Di vî şerî de em weke gel divê cih bigirin. Eger hinek siyasiyên me vê nakin, divê em zextê li ser bikin. Partî û siyasetmedarên Kurd ên ku di nîvî de dimînin, di gotinê de gelek tiştan dibêjin lê di kar de tiştekî nakin, çima ev partî bi rola xwe ranabin. Bila ev partî hemû zanibin ku eger dijmin bi ser bikeve, ji we re jiyan namîne, ji tiştekî re jiyan namîne. Li Başûrê Kurdistanê jî wisa ye. Dewleta Tirk zereyekê bi navê Kurd û Kurdîtiyê nahêle, wê hemûyan tune bike. Heta kesên ku bi xwe ve girê dane, kesên ji wan re rêbertiyê dikin, ji wan re rê nîşan didin, kesên ji wan re çalakiyê dikin, kesên ji wan re xiyanetê dikin jî yekî tenê ji wan nahêle. Dîroka dewleta Tirkiyeyê di vê yekê de eşkere ye, xuya ye. Pratîka wan jî xuya ye. Kesî ji vana nahêle. Lewma partiyên di navberê de yên ku ji wan gelek durustin û dixwazin ji bo gelê xwe tiştekî bikin divê bikevin nava hewldanan. Di nava Kurdan de bila hevrêziya Kurd hebe, bila herî kêm bila şer çênebe. Bila ev kesên ku dikevin pêşiya dijmin, rê nîşanî dijmin didin, baregehên gerîla pêşkêşî dijmin dikin, pêşiya wan bêne girtin. Kesên ku bi hêz in, bila hêza xwe ji bo neteweya xwe, ji bo mirovên xwe, gelê xwe bi kar bînin. Îro rûmeta me gelê Kurd ji aliyê gerîla ve tê parastin. Divê em jî bi rengê xwe di nava vî şerî, vê eniyê de cihê xwe bigirin. Ew jî xebateke. Ji bo wê li derveyî welat, Kurd li ku dibin bila bibin, em rastiyê, rewşa xwe bi cîhanê bidin fêhmkirin. Em dengê xwe derxînin, em bêdeng nemînin. Şerê vê carê ne ji rêzê ye. Ji bo 2023'an saleke maye. Dewleta Tirk dixwaze vê armanca xwe pêk bîne. Şerê ku niha tê kirin şerekî pir mezin e, ne şerekî wisa ji rêzê ye. Ev şer şerekî mezin e, li dijî hemû destketiyên Kurdan e. Bawer bikin eger dijmin bi ser bikeve yek destketiyên Kurdan namîne.

NASIR REZAZÎ: ERKA HER KURDÎ YE

Nasir Rezazî: Xelkê bi şeref û qehreman ê Kurd. Ji her kesê re eşkereye ku armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ew e ku pirsgirêkan bixin nava Kurdan, nehêlin ku Kurd bixebitin, nehêlin Kurd yekgirtî be, nêhlin ku Kurd bigihêjin armancên xwe. Demek dirêje ku gelek kiryarên xirab li Kurdistanê li ser Kurdan pêk aniye. Hemû cih û warên bedew ên Kurdistanê bi destê dewleta Tirk hatine têkbirin. Zêdeyî 500 gund li Kurdistanê bi destê leşkerên Tirk hatine valakirin, xelkên wan gundiyan koçberî deverên din ên Kurdistanê bûne. Ev dagirkerî ye. Mixabin em Kurd yekgirtî nînin. Eger em Kurd yekgirtî bin, li hemberî dagirkeran, dijminan rawestin, ew ê jî nikaribin bi vî rengî bikin. Erka her Kurdekî bi şeref û kedkar ew e ku bi rastî li ber vê dagirkeriyê rabe, xwedî helwestê be. Ji ber ku Kurd miletekî bêkes e, bê piştevan e. Kes ji bo Kurdan tiştekî nake, heta ku Kurd ji bo xwe tiştekî neke. Divê Kurd parastina xwe bi xwe bike. Divê Kurd bi xwe tiştekê bike ku nehêle ew belengaziye bi serê wan bê. Dubare dikim ku wezîfeya her Kurdekî bi şeref e ku parastina Kurdistanê bike, parastina gelê Kurd bike. Karekê neke ku ne tenê dewleta Tirk, ti dagirkerek din bi vî rengî li Kurdistanê nêzîk bibe. Di dawiyê de dibêjim ku divê her Kurdek vê mehkûm bike, ez jî weke stranbêj û ferdekî Kurd vê mehkûm dikim.

BESER ŞAHÎN: JI GELÊ KURD BAWER DIKIM

Beser Şahîn: Kurdistan dayika me ye, gerîla jî zarokên wê dayikê ne. Banga min ji dayikên Başûrê Kurdistanê ye. Dayikên hêja, bi dilekî hişyarî rê nedin dijminê gelê Kurd. Nehêlin ku zarokên we li dijî gerîla şer bikin. Gelê me, ev merhele merheleyeke pir xeternake. Rewşa hebûn û tunebûnê ye, şerekî gelekî qirêj û mezin e. Li dijî destketiyên gelê Kurd e. Ez bawerim gelê me yê hêja, bi salan e bi keda xwe ya pîroz hemû lîstik, planên dijmin vala derxistine. Ez bawerim ku gelê Kurd bi hişyariyeke pir mezin bi helwesta xwe ya xurt wê li ber vê lîstikê jî rabe û têk bibe. Çi Ewropa, çi metropolên Tirkiyeyê, çi bajarên Kurdistanê her çar aliyên Kurdistanê bi rastî jî berpirsyartiyeke dîrokî dikeve ser milê gelê me. Ez bawerim ku gelê me bi vê rewşê têdigihêje, bi taybetî li bajarên Ewropayê wê li ser piyan bin, bêdeng nemînin.

NEBEZ ABDULLAH: DIVÊ EM ÎRO HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN

Nebez Abdullah: Roj roja kar e, roja sekinandina li hemberî dijminan e. Em bang li hemû hunermend, rewşenbîr û azadîxwazan, çalakvan û hemû welatiyên li Başûr ew e ku bi rastî jî dengê xwe bilind bikin di rojeke weke niha de. Erkê niştimanî li ser hemû takekî Kurd e, bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku Başûr kirine armanc  û niha di bin êrişên dewleta Tirk de ye, dixwazin hemû destketiyên gelê Kurd têk bibin. Lewma divê weke hunermendan û hemû çîn û kesimên civakê li hemberî hemû tundî û êrişan dengê xwe bilind bikin, ji ber ku bêdengî razîbûne ji bo tiştên bi serê miletê me ve tê. Êrişên niha li Başûrê Kurdistanê tê kirin ne tenê li dijî PKK'ê ye, armanc ji êrişan Kurd hemû ne. Nemana PKK'ê li Qendîl tê wateya nemana Kurdan li hemû beşên Kurdistanê. Ji ber ku armanca dijmin nehiştina Kurdan e, dixwazin her Kurdekî li devereke cîhanê bêje 'Ez Kurd im' bêdeng bikin û tune bikin. Ji ber wê jî weke min got, erkeke niştimanî ye ku îro hemû takekesên Kurd bi taybetî li Başûrê Kurdistanê li ber dijmin rabin, nerazîbûna xwe nîşan bidin û dakevin qadan, bi her şêweyî, her yek bi asta xwe xizmetê ji gelê xwe re bike. Nehêlin ku pêşmerge biçin eniyên şer û li dijî birayên xwe, li dijî gerîla şer bikin. Ev daxwaza dijminê Kurdan e, nabe ku daxwaza dijminê miletê me bê bicihanîn. Divê em bi miletê xwe re bin, eger bi rastî hunermend in, eger wijdana me hebe, eger bi rastî ji welatê xwe hez dike, eger em siberojeke aram ji bo nifşên xwe yê nû dixwazin divê em îro helwestê nîşan bidin. Helwesta îro ji bo bedewî û ronahiya paşeroja nifşên me yên nû ye ku dikare wana ronak û aram bike. Divê em firsenda ku îro heyî ji dest nedin. Firsenda îro firsendeke zêrîne. Dewleta Tirk dixwaze weke di sala 1923'an de hemû Kurdistanê bixe bin destê xwe, dixwaze xewna Osmanî dubare bi cih bîne. Bi rêya xwefiroşan, bi rêya kirêgirtiyên dewleta Tirk, bi rêya MÎT'ê, bi rêya şebekeyeke pir pîs li hemû bajar û navçeyên Başûr belav kiriye, dixwaze van destketiyên dîrokî yên gelê Kurd têk bibin. Pêşmergeyên welatparêz û hişyar nabe ku li dijî gerîla şer bikin. Hêvîdarim ev peyama min bigihêje hemû welatparêzan û Kurdên dilsoz, hemû hunermendan, çîn û hemû beşên civakê yên li Başûrê Kurdistanê.

YELDA ABBASÎ: NA JI ŞER RE

Yelda Ebbasî: Şer û ceng ji bilî wêranî û ewaretiyê ti encam û netîceyê xwe tine ye. Çendîn sal in ku şerê Tirkiyeyê li dijî Kurdan berdewam e û hezaran hezar mirovên bêguneh bûne qurbaniyên vê tundûtûjiyê. Daxwaza min weke hunermendekê aştî û dostaniya miletan e. Ez ji şer re dibêjim na, ji bo şerê li her derê dibêjim na. Ji şer re na. Bi hêviya rojên xwe ji bo tevahiya miletê Kurd li her derê ku lê ne.

ŞAZAD: DIVÊ HER KURDEK LI BER RABE

Şazad: Hêvîdarim em hunermend, rewşenbîr û nivîskar yek dest û yek helwest dest bidin hev li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê. Ku ji bo dagirkeriyê gerîla weke hêcet tê nîşan dan ne raste, ew hemû derew û xapandine. Raste gerîla û PKK xwedî erkê parastina Kurd û Kurdistanê ne, lê armanca wan ne tenê gerîla û PKK ye, armanca wan têkbirin, wêrankirina Kurdistanê û hikumeta herêma Kurdistanê ye. Hêvîdarim hemû rewşenbîr, hunermend û Kurd hemû bi yek dest, yek reng li ber êrişên dewleta Tirk rabin ku bi leşker, her cûre çekê pêşketî û balafiran Kurdistanê wêran dike. Başe li hin ciha PKK nîne, lê wêran dike. Ji bo wan ya girîng ew e ku Kurdistan, xak, xwelî, dar, rez, baxçe û gundên wê wêran bibe. Bi sedan gund wêran û kavil kiriye, heta ku ji destê wê tê petrol û gazê talan dike û piştre wêran dike, dişewitîne û diavêje rexekê. Bawer bikin ey berpirsên hikumetê,  Serokê Herêmê, Serokwezîrê Herêmê, Malbata Barzanî divê zanibin ku têkçûn û nemana gerîla tê wateya nemana Kurdistanê. Pere û pûl ji bo me bi kêr nayê. Wijdan lazim e. Bi hezaran şehîd hatine dayin. Bi hezaran sale ku em şoreş dikin ji bo çiye? Ji bo yekbûniyê ye, heta niha me tenê kariye sirûda “Ey reqîb” bikin sirûda netewî û hevbeş. Rîca dikim, bila hemû rengên me hebin, bedewiya xwe di bedewiyên hevûdu de bibînin. Hêvîdarim her Kurdek dest bide destê hevûdu û li ber êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê rabe. Hêvîdarim hikumeta herêmê, berpirsyar rê nîşander û hevkarê artêşa Tirk re nebin. Pêşî li wan bigirin, eger pêşî negirin jî karibin bi dîplomasî û aştiyê pêşî li wêrankirina Kurdistanê bigirin. Wêrankirina Kurdistanê wêrankirina me hemûyane. Bijî xaka Kurdistanê, bijî xaka Kurdistanê, bijî yekparçeyî.

FATEMEH ÎSMAÎLIYAN: NA JI QIRKIRINA KURDAN RE

Fatemeh Îsmaîliyan: Şer û ceng li her welatekî ji bo gelên wê ti xelateke xwe ya xweş tune ye. Xelata şer û ceng wêranî û mirovkuştin e, sêwîhiştina zarokan e, wêrankirina welat e. Şer armanca xelkê azadîxwaz nîne, armanca dîktatoran e, bê serencam e. Bi salan e rejîma Tirk êrişî Kurdan dike. Her roj bi hêcetên cuda li devereke Kurdistanê şer dimeşîne, xwînê dirijîne. Bi navê jineke Kurd a ji Xorasanê dibêjim, Na ji şer û ceng re. Na ji mirovkujiyê, na bi xwînrijî, na ji Kurdkujî û zarokkujî re.