Hate îdîakirin ku hunermenda Kurd a ji Başûrê Kurdistanê Nazik Nêrweyî li bajaroka Dêrelokê ya Amêdiyê xwe avêt çemê Zê û dawî li jiyana xwe anî.
Li gorî agahiyên di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de hate belavkirin, hunermenda ciwan Nazik Nêrweyî ji ber sedemek ku heta niha nehatiye aşkerekirin xwe avêt rûbarê Zê û dawî li jiyana xwe anî.
Hate diyarkirin ku heta niha termê Nêrweyî nehatiye dîtin û xebatên lêgerînê berdewam dikin.