Hunermenda Kurd Çopî Fetah aşkere kir ku kanala TRT 6 bi awayeke bê destûr klîbên wê diweşîne û diyar kir ku ew dê serî li dadgehê bide û daxwaza tazmînatê bike.
Yekemîn kanala ku ‘Bi zimanê Kurdî heqaretê li Kurdan kir’ TRT 6 ji aliyê AKP’ê ve hate avakirin, dest ji weşana korsan a klîbên hunermendên Kurd bernade. Hunermenda Kurd Çopî Fetah cara duwemîn TRT 6 hişyar kir.
TRT 6 wekî gelek hunermendên kurd, klîbên hunermend Çopî jî, bê destûra wê diweşîne û korsaniyê dike. Hunermend Çopî Fetah nerazîbûn nîşanî vê korsaniya TRT 6'ê da û anî ziman ku, tevî hişyariyên wê, ev televizyon dîsa jî klîbên wê diweşîne.
Hunermenda Kurd Çopî Fetah diyar kir ku ew ê li hemberî vê korsaniya TRT 6 serî li dadgehê bide û tazmînata bigire jî, wê bide penaberên li Rojavayê Kurdistanê.
Hunermend Çopî Fetah beriya demekê jî gotibû, ji ber li Bakurê Kurdistanê li hemberî kurdan qirkirin heye, dê bi tu awayî destûrê nede TRT 6, klîbên wê biweşîne.