Hunermend kurd Çopî Fetah di hevpeyvîneke kovara Sivîl a başûrê Kurdistanê de diyar kir ku ew tu carî destûr nade ku kilîbê wê di qanala TRT6'an de bê weşandin.
Hunermenda kurd Çopi Fetah, li dijî helwesta TRT-6 nêrinên xwe anî ziman û diyar kir ku her çend zimanê wê kurdî be ji ya hikûmetê ye û ne ya kurdan e. Çopî, di hevpeyvîneke kovara Sivîl a başûrê Kurdistanê de, helwesta xweya li hemberî TRT-6'ê bi van gotinan anî ziman:
"Bila her kes zanibe ku TRT6 ji alyê hikumeta Tirkiya ve tê birêvebirin. Ew her çend bi zimanê dayika me weşanê bike jî hikûmetê zimanê dayika me qedexe kiriye. Li Tirkiyeyê xwuşk û brayên min li Kurdistanê bindestî Tirkîye ne. Nikarin cilên kurdî li xwe bikin. Nikarin bi zimanê xwe serbest bi axivin."
Çopî da zanîn ku tu carî rê nade qanala TRT-6 ku vîdyo klîp û berhemên wê çap bike û biweşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "TRT-6 çend caran ji min xwest ku ez tev li bernameyên wan bibin. Ji min xwest ez bi wan re bernameyekê çêkim. Lê min ev yek qebûl nekir. Ez tu carî jî qebûl nakim. Niha zêdeyî 20 qanalên me yên kurdî hene û qenala TRT-6 qebûl nakim.