BI DÎMEN

Hunermend Şukur Xeyat li Kerkûkê hat bibîranîn

Hunermend Şukur Xeyat yê di sala 2023’an de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, li Kerkûkê hate bibîranîn.

Li Navenda Çandî ya Kerkûkê, bi beşdariya gelek rewşenbîr, hunerhez, kesayet û aliyên siyasî yên bajarê Kerkûkê, di çalakiyeke hunerî de hunermend Şukur Xeyat hat bibîranîn.

Berpirsê Navenda Elî Merdan a Meqambêjiyê Nûredîn Caf der barê yekemîn salvegera koça dawî ya Şukur Xeyat de ji ANF’yê re axivî û got: "Îro yekemîn salvegera koça dawî ya hunermendê navdar û gewherê meqambêjiya Kurdî mamoste Şukur Xeyat e. Bi rastî hunermend Şukur Xeyat karî di jiyana xwe de gelek meqamên Kurdî bi awayekî gelek xweş tomar bike. Hunermend Şukur Xeyat ji bo xizmetkirina hunera Kurd jiyana xwe terxan kir."

Nûredîn Caf di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ez daxwazê ji hunermendan dikim ku vê rêyê winda nekin û xizmetkirina hunera resen a bajarê Kerkûkê bidomînin ku hunera Kurdî ye."

Mamosteyê meqambêjiyê û hevalê hunermendê koçkirî Omere Dirêj jî axivî û got: "Çûyîna vî hunermendê mezin bi rastî windakirineke mezin bû ji bo Kurdan, bi taybetî li Germiyan û li Kerkûkê. Vî hunermendî karî rêyeke xweş hilbijêre, ew jî meqamên resen ên Kurdî bû. Ew di meqamên resen ên Kurdî de şareza bû."

Hunermend Omere Dirêj rexne li xemsariya aliyên peywendîdar girt û got: "Min gelek daxwaz kiriye ku piştgiriya hunera Kurdî bê kirin lê mixabin nayê kirin. Heta niha min du kursên hunerî ji bo dehan ciwanên bajêr vekirine lê mixabin tu piştgiriyek ji wan re nayê kirin da ku em bikarin zêdetir ciwanan bînin nav qada hunera Kurdî."

HUNERMEND ŞUKUR XEYAT KÎ YE?

Şukur Mihemed Qadir ku bi navê Şukur Xeyat tê naskirin, mamosteyê meqamên Kurdî ye û yek ji hunermendên resen ên Kurdistanê ye. Ew di sala 1940'î de hatiye dinyayê û di sala 1953'yan de ketiye nav dinyaya hunerî ya Kurdî û dest bi stran û meqaman kiriye. Şukur Xeyat di sala 1955'an de yekemîn berhema xwe ya hunerî li ser destê mamoste Elî Merdan tomar kiriye û paşê navê "Sedayê Enfalê" lê hatiye kirin. Heta nefesa dawî ya jiyana xwe jî di xizmeta awaz û stranên resen ên Kurdî de bû.

Şukur Xeyat li gel hunera xwe, ji sala 1957'an ve karê xeradiyê jî dikir, ji ber ku nedikarî bi karê hunerî debara xwe bike. Ew li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê geriyaye û çend salan jî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê maye. Piştî mayîna 11 rojan li nexweşxaneyê ji ber nexweşiyê di 18.8.2023'an de koça dawî kir.