Hostayê deqkirinê: Huner Kurdan digihîne siberojê

Hostayê Deqkirin Selîm Gokçen ku li Mêrdînê dijî got huner ji bo bazirganiyê nayê kirin. Gokçen got bi hunera  xwe dixwaze çanda Kurd vebêje.

Gokçen (63) ku li Mêrdînê li atolyeya xwe hostayê Deqkirin û Rolyefê ye li ser hunera xwe got, ‘’Ji ber ku vê hunerê bi dilê xwe dikim li hatina wê ya diravî nanerim. Li gel xwendekaran û mêvanên ku têne vir em wextekî xweş derbas dikin. Rojên mûzeyan, dema xebatên kuçeyan min deriyê atolyeya xwe li xebatan vekir. Wê rojê nêzî hezar mirovî serdana atolyeya min kir. Divê mirov hunerê ne ji bo bazirganiyê bike lê carinan ji ber ku şertên aborî dertên pêş mirov jî difikire carinan. Piştî ku min dest bi vî karî kir jî, ji hêla madî ve li gel hemû destengiya min jî, min navbeyn neda kare xwe.’’

'HEWL DIDIM ÇANDA KURDAN VEBÊJIM’

Gokçen got,’’Di hunera deqkirinê de hewl didim ku çand Mezopotamayê û Kurdan vebêjim. Weke Ahûr Mazda, Şah Maran, Zihayê Firat û Dîcle, Dewrêşê Evdî û Edûlê, li ser Sumer, Asûr û Medan nêzî 200 berhem min dan. Gelek xebatên min ên portreyan didomin. Her wiha min portreyên gelek navdarên Kurd jî çêkirin. Ji Eyşe Şan bigirin heta bi  Mela Mistefa Barzanî min wêneyê gelekan li ser textîk deq kir.’’

‘KESÊ KU BIXWAZE DIKARIM JI WAN RE XÊZ BIKIM LÊ VAN NAFIROŞIM’

Li atölyeye gelek portreyên navdarên Kurd hebûn dema ku me bihayê wan pirsî got, ‘’Ez ê çawa van porteran bifiroşim. Ez vê ne li hurmeta hunera û ne jî li hurmeta ku didim van navan tînim. Ev şanaziya min in. Mirov dikare şanaziya xwe bifiroşe. Kesê ku bixwaze dikarim ji wan re xêz bikim lê ev ne ji bo firotinê ne.’’

Gokçen diyar kir ew bêhtir li ser dîrokê disekine û domand, ‘’Tişta ku min çêdike bivênevê xwe di hunera min de jî nîşan dide. Ez ji çanda Kurd ilhama xwe distînim, ez vê bi hunera xwe jî nîşan didim. Kurd zineatkar bûn, hunermend bûn û bi her maneyê berê jiyanê diyar dikirin.  Min hewl da ku nasnameya xwe ya Kurdî bi xizmeta bi hunera xwe ya ji bo vî gelî, bi çêirina fîgûrên di dîroka Kurd de derxînim holê.’’

‘DIVÊ EM LI DÎROK Û HUNERA XWE XWEDÎ DERKEVIN’

Gokçen herî dawî got ew li Beşa Resim û Peykertiraşiyê ya Fakulteya Zanîngeha Artûklû dersan dide û got, ‘’Divê hunera deqkirinê ya Kurdan tine enbe. Ji bo vê tişta ku dikeve ser milê min ez hazir im. Ya ku wê Kurdan bigihîne siberojê hüner e. Hêvî dikim pêşengên me li dîrok û hunera me xwedî derkevin.’’