Hilbijartinên giştî yên li Donetsk û Luganskê destpê kirin

Hilbijartinên giştî yên li Donetsk û Luganskê destpê kirin

Li komarên gel ên Donetsk (DHC) û Lugansk (LHC) ên bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ya ji Ukraynayê ragihandin, dengdana ji bo hilbijartinên giştî destpê kir. Dengdan li gorî saeta Moskowê saet di 08:00 de destpê kir û wê heta saet 20:00 dewam bike.

Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hatin dayîn, li Donetskê 364 sindoq ji bo bikaranîna dengan hatin vekirin û hat ragihandin ku wê sê sindoq jî li herêmên Rostov, Voronej û Belgorod ên Rûsyayê li kampên penaberan bên vekirin.

Ji bo Serokatiya Komara Gel a Donetskê sê namzet li ber xwe didin. Serokwezîr Aleksandr Zaharçonko, Yuriy Sivokonenko yê bi şervaniya xwe ya li herêmê deng veda û alîkarê Serokê Parlamenta Yekîtiyê (DHC û LHC) Aleksandr Kofman.

Li gorî xebatên lêkolînên li nava gel, li LHC'ê rêjeya beşdariya li hilbijartinan tê payîn ku di navbera ji sedî 52-58 be. Di bultenan de navê sê namzetan ji bo serokatiyê derbas dibe: Serokê heyî Igor Plotnitskiy, Serokê Federasyona Sendîkayê Oleg Akimov, Wezîra Tenduristiyê ya LHC Îrîna Ayrapetyan û karsaz Vîktor Penner.

Li LHC, îro çar jê seyar û sê jî li kampên penaberan ên li xaka Rûsyayê bi igştî 102 qadên hilbijartinê hatin vekirin.

Li DHC û LCH hilbijartinên ji bo konseyên gel, li gorî lîsteyên partiyan tên kirin.