Hijmara nû ya Serxwebûnê derket

Hijmara 462'an a kovara mehane ya îdeolojîk-polîtîk Serxwebûnê, bi manşêta, ''Bîranîna Hevrê Qasim Engîn bila sonda me ya tolhildanê be'' derket.

Di hijmara dawî ya Serxwebûnê de, di nivîsa pêşî de geşedanên dawî yên li cîhanê, herêmê û Kurdistanê têne nirxandin. Di nivîsên de de Endamê Komîteya PKK'ê Qasim Engîn ku 27'ê Gulanê bi êrîşa hewayî ya Tirk li Behdînanê şehîd bûyî, di salvegera 24'an a çalakiya wê de Zîlan-Zeynep Kinacî, Pêngava 1'ê Hezîranê ya PKK'ê ya beriya 17 salan, dagirkirina Zînî Wertê û êrîşa dagirker piştî wê bûne mijarên nivîsan.

Hevserokê Konseya Rêveber  a KCK'ê Cemîl Bayik bi nivîsa,''Têkoşîna dijî kapîtalîzmê bûye xwedî eniya herî berfireh'' diyar dike bi hêla vîrûsa koronayê dijberiya pergala kapîtalîst û civakê bêhtir derketiye pêş.

Her wiha Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan nivîsa bi navê, ''Bila bîranîna Hevrê Qasim Engîn bibe sonda me ya tolhildanê'' di kovarê de cih girtiye, Kalkan ji bo Qasîm Engîn dibêje, ew ''rêberekî şoreşger ê mezin bû ku peywirên herî giran bi cih dianî.''

Endama Konseya Seroktiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk jî di nivîsa, ''Rastiya Zîlan li Kurdistanê şêwaza serfiraziyê aniye'' rastiya Zîlan, ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedayî kirî dinirxîne û dibêje çalakiya Zîlan ji bo têkoşîna azadiyê û tevgera azadiya jinê fetlonekek e.

Di nivîsekê de ya bi sernavê ''Sala 17'an a Pêngava 1'ê Hezîranê wê ji têkoşîneke berfireh re bibe qad' pêngavên 1'ê Hezîrana 2004'an û ya 2010'an ên PKK'ê têne nirxandin.

Di analîzekê de ya Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê, ''kana jiyana paşverû îdeolojiya paşverû ye'', ya bi dîroka 4'ê Sibata 1997'an, di têkoşîna şoreşger de diyarkariya têkoşîna îdeolojîk tê destnîşankirin. Ocalan di vê analîzê de dibêje, ''Mirovê bê îdeolojî weke mirove bê armanc, bê pusula û bê mewzî ye.''

Her wiha Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Xebata Andok Berxwedana Geziyê bi çarçoweyeke berfireh analîz dike, bandora berxwedana Kurdan, Şoreşa Rojava ya li ser Geziyê vedibêje.

Ji bilî vê Nedîm Seven dagirkeriya Tirk a li ser Zînî Wertê û yekîtiya netewî, Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken bi vîrûsa koronayê re teşhîrbûna polîtîkayên civakî û jinê yên pergala kapîtalîst kirine mijara nivîsa xwe.

Şehîd Qasim Engîn jî bi nivîsa xwe ya bi Kurdî ya bi navê ''Têkoşerekî sosyalîst: Bager Nûjiyan'', ku beriya şehîd bibe nivîsî bû, behsa şoreşgerê enternasyonalîst a PKK'ê ê Elman Bager Nûjiyan- Mîchael Panser dike, ku 14'ê Kanûna 2018'an li Qadên Parastinê yên Medyayê bi êrîşên dewleta Tirk şehîd bûbû.