Hêza li Brezîlyayê jî xelat wergirt

Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Brezîlyayê ku îsal cara şeşan tê lidarxistin, Xelata Dokûmantera Herî Baş radestî Dokûmantera Hêza hate kirin.

Di festîvalê de ku ji ber şewba Covîdê bi rengê online hate lidarxistin, Dokûmantera Hêza ya Derya Denîz û Project S a Dîrk Anton û Davîd Elîsar hêjayî Xelata Dokûmantera Herî Baş hatin dîtin.

Festîvala ku 176 fîlm û dokûmanter lê hatin nîşandan, yek ji festîvalên naskirî yên Latîn Emerîkayê ye.

Dokûmantera Hêza beriya niha li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Boden a Swêdê xelata dokûmantera herî baş, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Drûk ku li Bhûtan a li Başûrê Asyayê hate lidarxistin xelata serketina mezin, li Festîvala Fîlman a Fîlm în Focûs a li Romanyayê xelata dokûmantera herî baş, li Festîvala Fîlmên Jinê ya Serbixwe ya li Emerîkayê jî xelata dokûmantera herî baş wergirtibû.

Xelata dokûmantera herî baş a li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Brezîlyayê jî di nav de heta niha 5 xelat ji Dokûmantera Hêza re hatiye dayin.