Li gorî daxuyaniya Şamê di bin serokatiya Ahmet Şara de hikûmeteke nû hatiye avakirin. Tiştên ku beriya niha hatine kirin, tên zanîn; di civîneke leşkerî de Şara bûbû serokkomar. Komîsyoneke ku ji aliyê HTŞ’ê hate avakirin, makeqanûna demkî amade kiribû û komîsyoneke din jî kongreya netewî li dar xistibû. Ev hemû bêyî agahiya gel hatin kirin. Ev hemû bi mantiqa derbeyekê tên kirin û haya gelên Sûriyeyê bi van yekan tune ye.
Rayeyên ku ji Ahmet Şara re hatine dayîn, li tu welatên demokratîk tune ne û nabe ku hebin jî. Ji Serokkomar re weke rejîma BAAS’ê raye hatine dayîn. Makeqanûna demkî bêyî ku ji aliyê rewşenbîr, hiqûqnas û derdorên siyasî ve were nîqaşkirin, hatiye amadekirin. Halbûkî makeqanûn peymanên civakî ne; divê bi nîqaşên gelan yên bi mehan werin pêşxistin û mafên hemû beşên civakê di nava xwe de bihewîne. Lê belê HTŞ her tiştî li gorî xwe dike û beşeke mezin ya civakê paşguh dike û nabîne. Xirabtirîn tişt jî ew e ku beşên birêxistinkirî bi zanebûnî tên paşguhkirin.
Hikûmeta ku hatî avakirni wê bi salan Sûriyeyê bi rê ve bibe. Lê belê partî, kesên cuda difikirin, kêmaniyên derveyî HTŞ’ê di nava vê hikûmetê de cih nagirin. Bi temamî zîhniyeteke yekperest serdest e. HTŞ hemû destkeftiyên Sûriyeyê û şoreşê desteser dike. Weke ku ev şoreş bes ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye kirin, tev digere. Halbûkî rewşenbîr, beşên berfireh û gelên weke Kurd, Durzî, Suryanî û Asûrî li hemberî rejîma BAAS’ê li ber xwe dan û şer kirin. HTŞ li Idlîbê bi bandor bû lê belê a niha weke ku hemû Sûriye piştgiriyê dide wan û ji bilî wan mafê tu kesî nîne ku beşdarî rêveberiya Sûriyeyê bibe, tev digere.
Rêya HTŞ’ê rêyeke bi temamî antîdemokratîk e. Li şûna rejîma BAAS’ê pergala xwe ava dike û vê yekê bi rê û rêbazên derbeyê dike. Rê nade ku derdoreke nîqaşê ya demokratîk ava bibe: reveberiyeke zelal jî li holê tune ye. Kar û bar bi awayekî veşartî tên kirin, biryarên ku didin bi raya giştî re parve dikin û wan li ser gel ferz dikin. Çapemeniya ji rejîma BAAS’ê mayî a niha ew bi xwe bi kar tînin û ev çapemenî bi temamî dûrî gel, rewşenbûr û fikrên cuda ye. Civak bi polîtîka û propagandayên yekalî tê birêvebirin.
Nûçeyên têkildarî komkujiyên giran ên li ser Elewiyan li seranserê cîhanê deng vedan. Ji bo lêpirsîna van komkujiyan hate ragihandin ku komîsyonek hatiye erkdarkirin. Ahmet Şara bi xwe komîsyon erkdar kiriye. Kesê ku biryara operasyon û êrîşa li dijî Elerwiyan daye jî ew bi xwe ye. Gelo wê ev komîsyon bi awayekî serbixwe lêpirsîna wan komkujiyan bike û encaman weke xwe li gel raya giştî parve bike? Diviya ev komîsyon girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) bihata avakirin. Lê belê weke ku tê dîtin, HTŞ li hemû qadan her tiştî xwe bi xwe dike.
Qaşo li gel Rêveberiya Xweser peyman hate îmzekirin. Beşeke mezin a Sûriyeê li herêmên xweser dijî û li van herman gel xwe bi rê ve dibe. Birêxistinbûneke vî gelî heye. Haya herêma xweser ji vê hikûmeta nû hatî avakirin tune ye, têkildarî vêmijarê tu danûstandin pêk nehatine. Durziyan jî daxuyaniyek dan û gotin: ‘’Ev hikûmet nûnertiya me nake.’’ Haya wan jî ji vê hikûmetê tune ye. Jixwe rewşa Elewiyan li holê ye. Civakên weke Asûrî-Suryanî û Ermenî jî ji van biryaran hatine dûrxistin. Girêdayî van yekan gelo hikûmeta ji aliyê Ahmet Şara ve hatî ragihandin wê çawa gelê Sûriyeyê temsîl bike?
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) , Îngîlıstan û welatên Ewropayê ji nêz ve Sûriyeyê dişopînin û weke tê dîtin rêveberiya Şamê muxatab dibînin. Hê jî HTŞ ji lîsteya terorê dernexistine û ambargoya ser ranekirine. Tînin ziman ku ew hê jî baweriya xwe bi HTŞ’ê naînin. Lê belê li hemberî avabûna rêveberiyeke mezhebparêz, navendî û despotîk ya ji aliyê HTŞ’ê ve bê deng in. Bêdengiya wan a li hemberî makezagona demkî ya ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye ragihandin jî gelekî cihê fikirînê ye. Ev pêşnûmeya makezagonê li dijî Sûriyeya demokratîk e. Wan destnîşan kir ku divê ol bingehê Destûra Bingehîn be û serokomar jî Misilman be.
Em nizanin HTŞ bi DYA û Îngilîstanê re çi li hev kiriye, şert û mercên wan çi ne? Dixwazin Rêveberiya Xweser û hêzên din bi HTŞ re peywendiyan danin û hevbikin. Lê HTŞ li şûna ku dewleteke demokratîk ava bike, dewleteke hişmendiyekî serdest û olî ava dike. Her wiha diyar e ku ev dewlet wê ji hişmendiya Baasê, tûndttir zordartir û qedexeparêztir be. Dibêjin gundê ku tê xuyakirin rêzanan naxwaze. Eşkere ye ku HTŞ hewl dide dewleteke çawa ava bike. Civaka Sûriyê yên ku li dijî avakirina dewleteke ji Baasê xerabtir in, divê beriya ku dereng be tevbigerin û xwe rêxistin bikin.
Gelê Sûriyê ne birêxistinkirî ye. HTŞ jî hewl dide vê veguherîne firsendekê û xwe birêxistin bike. Di civaka ku bi salan e di bin zexta Baasê de jiyaye çanda demokrasiyê nîne. Di vî warî de rewşenbîr û hêzên ku daxwaza demokrasiyê dikin divê bi lez xwe birêxistin bikin. Bê guman rêxistinbûn bêyî hişmendî çênabe. Di vî warî de perwerdekirin û ronîkirina gel di nava karên sereke de ye. Divê li Sûriyeyê têkoşînekî berfireh a siyasî-îdeolojîk bê ku dereng bibe pêwîst e were meşandin.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî