Hevalên wî yên hunermend Huseyîn Çîftçî bi bîr anîn

Hevalên wî yên hunermend, muzîsyen Huseyîn Çîftçî bi bîr anîn. Bibîranîn li Kolnê hate kirin û qala xizmeta Çîftçî ya ji bo muzîka Kurdî hate kirin.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk hatin ba hev û hunermend, aranjor Huseyîn Çîftçî bi bîr anîn. Çîftçî di 9’ê Tîrmehê de li Stenbolê rehmet kiribû. Hozan Şemdîn, Kawa, Xelîl Xemgîn, Seyîdxan, Diyar, Denîz Deman û Memo Yapiştiran di serî de gelek hunermend tevlî bibîranînê bûn.

Hunermendan qala keda Çîftçî kirin û gotin ku “Huseyîn Çîftçî keda wî li ser gelek albuman de hene yên ku di 22 salên dawîn de hatine belavkirin. Huseyîn ked daye gelek hunermendên Kurd. Di konser, şev û şahîyên li Ewropayê de gelek keda wî heye.”

Rêveberiya TEV-ÇAND’ê û Kevana Zêrîn Mexmûrê jî peyamek şand û diyar kirin ku Çîftçî keda wî li ser ciwanên Mexmûrê jî heye.