‘Her jinekê gotinek heye ku ji cîhanê re bêje’

‘Her jinekê gotinek heye ku ji cîhanê re bêje’

Navenda Hevgîna Jinan Utamara ku li Almanyayê xebatê birêve dibe, 2’mîn şahiya ‘Her Jinekê Çîrokek Xwe Heye’ tê pêktîne. Jin bi berhemên di çiqê helbest û çîrokan de dikarin ji 25’ê Mijdarê û pê ve serlêdanê bikin.

Utamara starta şahiyê di 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Hemberî Tundiya Dijî Jinê ya Navnetewî dide. Sala borî di şahiya yekem de bi giştî bi 75 berhemên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Almanî tevlî bibûn. Her wiha encamên şahiyê 8’ê Adarê hatibûn aşkera kirin.

Ji xebatkarên Navenda Jinan ya Utamara Fadîle Yildirim destnîşan dike ku, di şahiyê de pêşdaraza ku ‘Jin nikarin binivîsin’ radike û ji bo beşdarbûna jinan ya şahiyê ev bang kir: “Ji Ewropayê, Kurdistanê û Tirkiyeyê ji gelek deveran jin beşdarî şahiyê bûn. Dayîkekê jî çîroka xwe nivîsand. Jinek ya ciwan ku bi zorê hate zewicandin jî çîroka xwe nivîsand. Jineka ji hevjînê xwe qutbû jî nivîsand. Girtiyek siyasî ya jin ku tena serê xwe di hucreyê de ye jî çîroka xwe karî binîvîse. Vê şahiyê ev tişt destnîşan kir: Jin li kuderê bin bila li wir bin, jinên ku çîroka xwe dinivîsin ev tê wateya ku tekoşînê dide.”

Yildirim herî dawî got, “Her jinekê gotinek heye ku ji cîhanê re bêje. Di vê şahiyê de trajedî, êş, bêrîkirin, xuroş, keyfxweşiyên nehatine gotin û xeyalên ku hêjan nehatine ziman em kom dikin û wisan derdikevin rê. Seruvena wêjeyê ku me sala 2011’an destpêkir, vê salê di cara duwem de em banga tevlîbûna hemû jinên çîrok û helbest hez dikîn.”

Mercên tevlîbûna şahiyê wiha ye:

-Di vê pêşbirkê de çîrok û helbestên li ser jinê hatine nivîsîn. Pêwîste çîrok û helbest beriya niha li ti derê nehatibin weşandin.

-Beşdarvan tenê dikarin bi du çîrok, yan jî bi du helbest her wiha yan jî bi çîrok û helbestekê dikarin tevlî bibin. Helbest û çîrokên tên hilbijartin di serî de beşdarvan di pejirînin ku bê weşandin. Li ser daxwaza beşdarvana dikare nivîs bi navek cûda bên weşandin.

-Dikarin çîrokan bi nivîsa dest yan jî komputerê binivîsin.

-Çîrokan dê bişînin navnîşan jêr.

-Kesê bi helbest yan jî çîrokê tevlî şahiyê dibe, pêwîste nav, paşnav, navnîşan û kurt demboriya xwe binivîse.

-Zimanên beşdarbûnê Kurdî, Tirkî û Elmanî.

Dîroka dawî ya beşdarbûnê: 1’ê Sibata 2013

Dê encama şahiyê 1’ê Adara 2013’ê were aşkera kirin.

Navnîşan: Frauenbegegnungsstatte

UTAMARA

‘Pêşbirka çîrokan’

In der Stehle 26

53547 Kasbach-Ohlenberg

Tel. 0049 (0) 2644-602424