Lîstika Hemlet ya bi kurdî ji aliyê Şanoya Bajarê Mezin ya Amedê ve hatiye Amedekirin tevlî Mihircana Şanoyê ya Îzmîrê dibe. Lîstik di 11’ê Kanûnê de di demjimêr 20.30’an de li Sehneya Navenda Çanda Îsmet Înonu dê bê lîstin…
Lîstika ku derhênerêya wê Celîl Toksoz kiriye eleqeyeke mezin dibîne. lîstik destpêkê li paytexta Amsterdam ya Hollandayê hat lîstin û piştre li Swêdê hat lîstin. Piştre li Amed û Eneqereyê hat lîstin. Lîstika Hemlet ya DBŞT niha jî li Îzmîrê derdikeve pêşberî temaşevanan. Hemlet di çarçoveya Mîhrîcana Şanoyê ya Îzmîrê de dê bêlîstin. Bîletên şanoyê ji navnîşana www.mybilet.com ji menuyên mîhrîcana şanoyê ya îzmîrê wekê onlyn û mybiletê bê girtin.
Lîstika li cihên ku tê nîşandan eleqeyeke mezin dibîne, Yavuz Akkuzu ruh dide Hemlet. Ozcan Ateş, Elvan Koçer, Mesut Erenol, M. Emîn Yalçinkaya, Serdar Geren, Ýsmaîl Oyur, Rojda, Gulseven Medar û Ali Tekbaş di lîstikê de dilîzin. Lîstik ji aliyê Kawa Nemir ve ji îngîlîzî wergerî kurdî hatiye kirin.
MUZÎK BI TAYBET HATIN AMADEKIRIN
Ji bo lîstikê xebateke muzîkê ya bi mehan pêk hat. Rojda ku di rola keybanu Gertrude, Gulseven Medar ya di rola Ophelîa û Alî Tekbaş ku di rola Horatîo de ye bi stranên xwe balê dikişîne. Ji bo lîstikê gelek stran taybet hatin amadekirin.