Hejmara nû ya Xwebûnê derket: Bi hunera demokratîk ber bi jiyana azad

Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi sernavê ‘Bi hunera demokratîk ber bi jiyaneke azad ve’ derket.

Hejmara 26’emîn a kovara Xwebûnê ya jinên ciwan ên Ewropayê bi manşeta ‘Bi hunera demokratîk ber bi jiyana azad ve’ derket.

Di hejmara nû de ku nivîsên bi Kurdî, Tirkî û Elmanî, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotarên jinên ciwan û gerîlayan cih digirin.

Desteya weşanê ya kovara Xwebûnê derbarê hejmara 26’emîn ev tişt gotibû:

“Jinên ciwan ên hêja,

Wek tê zanîn îsal Peymana Lozanê 100 saliya xwe qedand. Bi peymana Lozanê re qirkirina li ser Kurdan hate meşrûkirin. Xisarên mezin çêbûn. Ji ber vê divê em dîroka xwe û xwe baş nas bikin. Divê em jinên ciwan ên Kurd ku li Ewropayê dijîn çanda Kurdan bidin jiyîn. Hunera civakî û demokratîk parçeyekî vî tiştî ne.

Li  ser vê lînkê jî kovar dikare were guhdarîkirin: https://open.spotify.com/show/4MAkjW2oeBRtIKIWj4Uo6S

NAVEROKA VÊ HEJMARÊ

Kurdî;

-Mêtingerî dijminê hunerê ye jî

-Dengê Rêber Apo dihate min

-3S çi ye?

-Di dîroka Kurdistanê de jinên hunermend

-Mizgîn, mizgîniya jiyana azad e

-Hunera gerîla

Tirkî;

-Bi qasî rêxistina şer, pêdivî bi rêxistina hunerê jî heye

-Pêşangeha li dijî qirkirina çandî: 2+2=KRDSTN

- Belgefîma li ser çîroka çar jinên têkoşer: Wê dîwar hilweşin

– Helbesta Saryayê, Reqsa Saryayê

Almanî;

-Deqs- Die Traditionellen Kurdischen Tätowierungen

-Halay Nights, Tartoos Auf Dem Arm- Ist Das Kunst?

-Amargî

-Reportage: Warum Is Für Uns Als Junge Frauen Die Verteidigung Unserer Kultur So

Çand:

-Kolaj Bi Berhemên “Bi Çavên Te Welat”

-Helbest.