Hejmara nû ya kovara Stêrka Ciwan derket

Kovara mehane ya Stêrka Ciwan bi hejmara xwe ya nû bi sernavê “50’î Saliya Serfiraziyê Wê Bi Rihê 15’ê Tebaxê Bibe Sala Serkeftinê” derket.

Hejmara 231’an a kovara Stêrka Ciwan ku bi hewldana ciwanên Kurd li Ewropayê tê weşandin, derket. Kovar bi dirûşmeya “Îsrara di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye” weşanên xwe didomîne.

Hejmara nû ku rastî pêvajoya şer a herî dijwar hat, salvegera 15'ê Tebaxê ku yekemîn çalakiya çekdarî ya gerîla pêk hatibû, hat pîroz kirin.

Di hejmara 231’an de ku pêvajoya 15’ê Tebaxê cih digire de, analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “15’ê Tebaxê di xebatên me de pêngava yekem e û ciwan dikarin mijarên dîrokî bînin rojevê û biryarê bidin” cih girt.

Her wiha perspektîfên ku koordinasyona Tevgerên Ciwanên Kurd ên Ewropayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji kovarê re şandine balê dikişîne.

Nivîsên di vê hejmara ku gotara Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jî heyî de, di beşên jinên ciwan, dîrok, çandî û bîranîn de bi zimanê Tirkî, Kurdî, Elmanî û Îngilîzî li benda xwendevanên xwe ne.

Edîtorên kovarê di nivîsa danasînê de “Dengê guleya yekem a ku Fermandar Agîd (Mahsum Korkmaz) di 15'ê Tebaxa 1984'an de li dijî mêtîngerî avêt, ev 38 sal in li Zap, Metîna, Avaşîn, çiyayên Kurdistanê û li her derê tê bihîstin” cih girt.

Tevî hemû êrîşan jî bi banga “Li Kurdistanê yekane navnîşana azadiyê ku PKK’ê ye, bi awayek xurt li ser piyaye” bi dawî dibe.

“Dem hatiye ku hemû ciwanên Kurdistanê bi rêxistinbûna xwe xwedî li berxwedana gerîla derkevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her gavî bavêjin. Em ji hemû ciwanên Apoyî re dibêjin ‘Werin Cenga Azadiyê’.”